Çandina kuncî û zebeşên dendikan aboriya şêniyên Reqayê baş dike

Cotkarên herêma Reqayê piştî çinîna genim û ceh ên avî, dest bi çinîna kuncî û zebeşên dendikan  dikin. Ev berhem aboriya wan baş dike, ji ber ku lêçûna wê ya çandiniyê kêm e.

Çandina kuncî û zebeşên dendikan aboriya şêniyên Reqayê baş dike
11 cotmeh, 2020   06:44
REQA-EHMED ESAF

Cotkarên Reqayê dema piştî çinîna berhemên zivistanê wekî genim û ceh, dest bi çandina zeviyên din dikin wekî kuncî û zebeşan ku dema wan 100 roj derbas nake. Ev berhem destpêka Tîrmehê tên çandin û di dawiya Cotmehê de tên çinînin. Her wiha pêwîstiya wan bi ava zêde nîne ji ber ku bejî têne çandin, dîsa erda wan tenê carekê beriya çandinê tê cotkirin.

Lêçûna vê çandiniyê ji her donimekî re tenê 15 hezar lîreyên Sûriyê ye, ku tenê li kirêya cotkirin û tovan diçe. Her donimek kuncî û zebeşên dendikan nêzî 75 kg derdixe. Berhem li sûkan û kargehên sorkirinê yên herêmê tên firotin. Her kîloyek dendikê zebeşan digihîje 2 hezar û 500 lîreya Sûriyê û kîloya kuncî jî bi 4 hezar lîreya Sûriyê ye.

Li ser van berheman cotkarê ji gundewarê bakurê Reqayê Endan Şeiban got: "Em li Reqayê ji zêdetirî beriya 50 salî de van berheman zêde diçînin. Ev berhem ne sereke ye lê şêniyên herêmê heta astekê pê debara xwe dikin.”

Hîlal Hiwêş diyar kir ku çandina kuncî û zebeşên dendikan îsal baş bû û wiha domand: "Ev çandinî baş e, zirarê bi erdê nake. Ji ber ku pêdiviya wê bi semadên kîmawî û dermanên kelmêşan tune ye"

Hiwêş destnîşan kir ku îsal rêjeyeke mezin ji zeviyên gundewarên bakurê Reqayê ji van mewsiman hatin çandin, ji ber ku lêçûna wê kêm e û berhema wê baş e.

Kuncî û zebeşên dendikan di çend salên borî de pir kêm bû. Ji ber cotkaran garisê zer bi rûbera ji sedî 40 diçand.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/hpOyDHpG5rI" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>