Jinên Ereb komploya li dijî rêber Ocalan şermezar kirin

Jinên Ereb ên li bajarên Reqa û Dêrazorê komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û gotin: "Ramanê rêbertî yê tekane ye ku mafên jinan di vebijartina rê û tevlêbûna şoreşê de daye."

Jinên Ereb komploya li dijî rêber Ocalan şermezar kirin
11 cotmeh, 2020   04:12
REQA-RUBA ELÎ

9’ê Cotmehê salvegera 22’yan a komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan e. Ew komplo bi beşdariya gelek dewlet û bi plana mêtîngerî pêk hat. Ji nêzî 6 mehan ve dewleta Tirk serlêdana malbat û parêzerên wî red dike.

Bi destpêka şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê re ya ku bi şoreşa jin tê nasîn, jinên Ereb fikra rêber Ocalan nas kir û ji xwe re wek zemînekê ji bo pêkanîna mafên xwe bi kar anîn.

Girêdayî mijarê, hejmarek jinên Ereb ên bajarên Reqa û Dêrazorê komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar kir.

Îman Mihemed ji bajarê Reqayê wiha got: "Em jinên Ereb komploya navneteweyî ya li dijî rêberê navneteweyî Abdullah Ocalan şermezar dikin. Rêber Ocalan di oxira rizgarkirina jinan bi rêya belavkirina fikra xwe li Rojhilata Navîn, pêkanîna wekhevî û jiyana hevbeş de tê koşiye."

Îman Mihemed da zanîn ku "Tu sedemek bingehîn tune ye  ku dewleta Tirk rêbertî girtiye. Tenê tirsa wê  fikra Ocalan a ku li tevahî cîhanê belav bûye heye. Dewleta Tirk fikra rêbertî bi fikra terorê bi nav dike. Lê tu teror li cîhanê ji bilî dewleta Tirk tune ye."

Îman Mihemed wiha bi dawî kir: "Bi pêşengtiya jinan şoreşa Bakurê Sûriyê bi ser ket. Divê em wek jin li ber xwe bidin û tê bikoşîn, bi mertala zindî li pêş dewleta Tirk da ku azadiya rêberê navneteweyî Abdullah Ocalan pêk bê."

Ji aliyekê din ve jî endama Komîteya Lihevanînê ya Rêveberiya Jinan a Reqayê Buseyna Şêx wiha diyar kir: "Hê jî dewleta Tirk ji fikra azad a rêbertî ditirse. Ji ber di fikrê wî de peymanên der barê jin de hene û jinan mîna şoreş û mîlada nû bi nav dike."

Buseyna Şêx got, dê jinên Ereb li ser metoda rêbertî û fikra wî ya azad a banga aştiyê dike bimeşin. Ji ber bi fikra wê azadî û demokratiya rastîn dibînin.

Buseyna Şêx bang li tevahî dewletên cîhanê kir ku der barê doza rêber Ocalan azadiya wî de tev bigerin.

'BELAVBÛNA FIKRA AZAD LI ROJHILATA NAVÎN DIHÊLE TIRKIYÊ DI REWŞEKE BINAKOK DE BE'

Têkildarî fikrên rêbertî û pirtûkên wî de şêniya bi navê Fatme Hesen wiha axivî: "Hedefa dewleta Tirk ew e ku rêbert di girtîgeha Îmraliyê de bimîne. Lê belê fikr û pirtûkên wî yên belav bûne û em tê de kûr dibin, di mejiyên xwe de dinivîsin û fêrî nifşan dikin."

Fatme Hesen wiha berdewam kir: "Li kêrî dewleta Tirk nehat ku ev fikr li nav gelan belav bibe. Ji lew re rêbertî girt. Ji ber di fikra wî de çareyên guncaw dûrî bikaranîna tu alaveke şer heye."

Fatme Hesen komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û wiha bi lêv kir: "Em der barê jiyana rêbertî de nezan bû. Ji ber rejîmên ku dixwestin em di nezaniyê de bimînin û fkirên rêbertî yên mezin û rastîn nasnekin bû. Nîşaneya vê yekê şerê li dijî me û vê projeyê ye. Fikra rêbertî ya yekane ye ku ji jinan re rêya rastîn nexşe kir."

Girêdayî hedefên dewleta Tirk ji komployê, endama rêveber a Rêveberiya Jinan a Dêrazorê Şehrezad Casim wiha got: "Ji 2015’an de dewleta Tirk nahêle malbata rêbertî û parêzerên wî serlêdanê bikin. Tevî wê fikra wî ya azad sînorên girtîgehê derbas kirin."

Endama rêveber a Rêveberiya Jinan a Dêrazorê Heyam Ehmed jî destnîşan kir ku avakirina fikra azad ji gelên li herêmên Rojhilata Navîn re ji hêla ronakbîr û mamosteyê yekem dihêle dewleta Tirk her tim di nakokî û metisiyê de be. Bi wê re jî aloziyê bi rêya tovên fikra çetetî û sîxûrtiyê li herêmê belav dike û piştre bi navê Îslamê li dewletên cîhanê belav dike.

Heyam Ehmed destnîşan kir ku jinên Ereb bi giştî mafên jinan nasnedikirin. Lê piştî rêgezên neteweya demokratîk û fikrên rêber Abdullah Ocalan bi awayekî rastîn li ser erdê pêk hatine, li bakurê Sûriyê jin bi pêş ketin.

Heyam Ehmed di dawiya axaftina xwe de bang li jinan kir ku bi rêya neteweya demokratîk mafên xwe nas bikin û ji bo azadiya rêber Ocalan tev bigerin. Her wiha soza domandina xeta têkoşînê da.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Di5rkOs-nnE" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>