Partiya Pêşerojê ya Sûriyê planên Osmanî li herêmê eşkere kirin

Partiya Pêşerojê ya Sûriyê bi diruşmeya "Planên Tirkiyê yên dema borî, dema niha û pêşerojê" panlek li bajarê Tebqayê li dar xist.

Partiya Pêşerojê ya Sûriyê planên Osmanî li herêmê eşkere kirin
Partiya Pêşerojê ya Sûriyê planên Osmanî li herêmê eşkere kirin
Partiya Pêşerojê ya Sûriyê planên Osmanî li herêmê eşkere kirin
Partiya Pêşerojê ya Sûriyê planên Osmanî li herêmê eşkere kirin
Partiya Pêşerojê ya Sûriyê planên Osmanî li herêmê eşkere kirin
Partiya Pêşerojê ya Sûriyê planên Osmanî li herêmê eşkere kirin
10 cotmeh, 2020   15:08
TEBQA

Panel bi beşdarbûna nûnerên Rêveberiya Xweser, Hevbendiya Niştimanî ya Demokratîk a Sûriyê, saziyên civaka sivîl û ewlehî li navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê hate lidarxistin.

Di panelê de du mijarên sereke hatin şîrovekirina û nîqaşkirin; "Dewleta Tirk ji Osmanî heta faşîzma Erdoganî" û "Encamên palanên Tirkiyê yên li herêmê". Nûnerên partiyê, behsa heqîqeta siyaseta dewleta Tirk, dîroka Osmanî û gelek bûyerên reş ku osmaniyan di dîrokê de pêkanîne, kirin.

Derheqê mijara yekemîn de, endamê rêvebir ê Buroya Têkiliyên Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya Tebqayê Musena Ebdulkerîm axivî û îşaret bi gelek xalên dîrokî kir ku di wê demê de xalên veguherîna Osmanî pêk anîn û tunebûna çand û dîroka vê dewletê destnîşan kir. Her wiha anî ziman tişta ku osmaniyan berhev kirine encamên dizîkirina çandên gelên herêmê ye.

Ebdulkerîm komkujiyên ku osmaniyan pêk anîn bi bîr xistin û wiha domand: "Osmaniyan di dîrokê de gelek komkujî û qirkirin pêk anîne ku şopên wan di dema heyî de hene. Ji wan; komkujiya Dêrsim a li dijî pêkhateyê Kurd, qirkirnia Sêfo ya li dijî pêkhateyê Ermen, Seferberlek, Mercê û Kerbela yên li dijî ereban û bi dehan komkujiyên din ên bi navê 'Fetihê' de pêk anîn."

Mijara duyemîn a panelê ya ser planên Tirkiyê ji aliyê seroka Meclisa Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya herêma Tebqayê Zehra Hemada ve hate şîrovekirin. Zehra bal kişand ser pêvajoyên destwerdana Tirkiyê di şerê li Sûriyê de û ev xal dest nîşan kirin: "Destpêkê, di sala 2012'an de çek gihand muxalefeta Sûriyê  û şoreşa Sûriyê veguherand şerê çekdarî, ku tê de çeteyan kuştin, destdirêj û koçber pêk anîn. Ev niha li ser erdê li herêmên bakurê Sûriyê yên dagirkirî rû didin."

Zehra encamên dagirkirina dewleta Tirk a li kantona Efrînê destnîşan kir û wiha pê de çû: "Demografyaya herêmê hate gurhertin, deverên wê yên şûnwarî hatin xirabkirin da ku dîroka herêmê îmha bikin, darên zeytûnan birîn û şewitandin ku jêdera tekane ya quta şêniyan e. Her wiha rojane sûcên qetilkirin, revandin û destdirêjî têne kirin. Bi taybet jinan dikin hedef, şêniyên resen dan koçberkirin û bi hezaran çete li şûna wan bi cih kir. Di navbera bajarê Efrînê û herêmên derdora wê dîwar lê kirin da ku Efrîn qut bikin mîna ku berê Lîwa Îskenderon ji Sûriyê qut kirin û tev li Tirkiyê kirin."

Piştî nîqaşên li ser herdu mijaran, belgefîlmeke li ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, sûcên li dijî jin û zarokan, koçberî û binpêkirinên wekî din hate pêşandan.

Di dawiya panelê de, beşdaran li ser siyasetên Tirkiyê nêrînên xwe parve kirin. Hate gotin ku siyasetên Tirkiyê yên qirkirinê ne tenê li dijî kêmnetewekî ye, lê li ser ereban ên ku li dijî siyasetên Osmanî derdiketin qirkirin hatin pêkanîn.

ANHA