Malbatên şehîdan li dijî komploya navneteweyî meşiyan

Li Şehbayê bi pêşengtiya malbatên şehîdan, salvegera komploya navneteweyî li dijî rêber Abdullah Ocalan hate şermezarkirin.

Malbatên şehîdan li dijî komploya navneteweyî meşiyan
10 cotmeh, 2020   15:30
ŞEHBA

Bi sedan malbatên şehîdan li gundê Til Qerah ê navçeya Ehdasê ya Şehbayê bi meşekê komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar kir.

Di meşê de posterên rêber Abdullah Ocalan, wêneyên şehîdan, alên Meclisa Malbatên Şehîdan, pankartên "Na ji dagirkeriyê re, erê ji azadiyê re", "Azdiya rêber Ocalan misogeriya azadiya gelan e" û "Bi fikir û felsefeya rêber Apo em ê Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî rizgar bikin" hatin vekirin û diruşmeyên banga azadiya rêbertî hatin berzkirin.

Meşa di nava kolanên sereke yên gund geriya li ber navenda Meclisa Malbatên Şehîdan rawestiya. Piştî deqeya rêzgirtin a bîranîna şehîdan, endamê rêveber ê Meclisa Malbatên Şehîdan Fewzî Mistefa wiha axivî: "Dewleta Tirk hewl dide bi hemû rêbazan nirxên şoreşa me û fikir û felsefeya rêberê me bike hedef."

Mistefa destnîşan kir ku dagirkirina Efrîn, Bab, Ezaz, Serêkaniyê û Girê Spî berdewama komploya li dijî gelên herêmê û projeya biratiya gelan e.

Li ser navê Meclisa Kantona Şehbayê, endama rêveber a meclisê Rehma Elo got: "Dewleta Tirk a faşîst û hêzên komploger, bi êrişên xwe yên li ser projeya neteweya demokratîk komployê didomînin."

Rehma destnîşan kir ku" Gelên herêmê bi pêşengtiya jinên azadî berxwedaneke dîrokî ji bo jiyaneke azad û bi rumet meşandin."

Di dawiya çalakiyê de diruşmeyên şeremzarkirina komployê hatin berzkirin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/NPf7Dp1I5A0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>