Di encama bermahiyên topbarana Tirkiyê de du zarok birîndar bûn

Ji ber teqîna bermahiya topeke hawanê ya artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li gundewarê rojavayê Kobanê du zarokên bira bi giranî birîndar bûn.

Di encama bermahiyên topbarana Tirkiyê de du zarok birîndar bûn
9 cotmeh, 2020   16:16
KOBANÊ

Topeke hawanê ya artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ku beriya çend hefteyan ji baregehên dagirkeriyê yên li bajarê Cerablusê yê dagirkirî li gundê Borazê yê rojavayê Kobanê ve hatibû avêtin, bi du zarokên bira ve teqiya.

Mihemed Kamil ê 12 salî û birayê wî Mehmûd Kamil ê 14 salî, ku bi giranî birîndar bibûn rakirin nexweşxaneyan.

ANHA