Ermenistan û Azerbayan li Moskovê dicivin

Diyalogên di navbera Ermenistan û Azerbaycanê yên têkildarî herêma Qerebaxê li Moskoveyê dest pê kir.

Ermenistan û Azerbayan li Moskovê dicivin
9 cotmeh, 2020   15:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev got, welatê wî di danûstandinên digel Ermenistanê de tu tawîzan nade û hişyarî da ku îsrara Ermenistanê ya Qerebax wekî beşek ji wê ye dikare danûstandinan têk bibe.

Aliyev di hevpeyvînekê li gel kanaleke televîzyonê de got: "Em derfetê didin Ermenistanê da ku aloziyê bi awayekî aştiyane çareser bike. Em ê di her rewşê de vegerin warên xwe. Ew firsendek dîrokî bo Ermenîstanê ye."

Ji aliyê xwe ve, Serokwezîrê Ermenistanê Nikole Pashinyan diyar kir ku ew amade ne careke din dest bi pêvajoya aştiyê bi Bakû re bike.

Çavkaniyek ji Elysee got: "Em îşev an sibê ber bi agirbestekê ve diçin, lê hîn jî nazik e." Ev daxuyanî piştî ku peywendiya telefonê ya Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron şeva pêncşemê û Serokwezîrê Azerbaycanê Îlham Aliyev, bi Serokwezîrê Ermenî Nicole Pashnyan re hat.