Enqere naxwaze şerê li Qerebaxê raweste

Tevî bangewaziyên agirbestê û hemwextî civînên Ermenistan û Azerbaycanê li Moskovayê, Wezîrê Parastinê yê Ermenistanê ragihand ku operasyonên li wir ranewestîne.

Enqere naxwaze şerê li Qerebaxê raweste
9 cotmeh, 2020   16:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Hulusi Akar got, "Heta ku dagirkirina Ermenî bi dawî nebe operasyon li Azerbaycanê ranawastin."

Li ser nakokiyên li rojhilatê Deryaya Spî, Akar got: "Em bi Yewnanistanê re li baregeha NATO'yê mekanîzmayek ji bo çareserkirina nakokiyê gotûbêj dikin. Em piştgiriyê didin tedbîrên pêşîgirtina li pevçûnan li rojhilatê Deryaya Spî werin girtin."

Danûstandinên di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de li ser nakokiya li ser herêma Qerebax êvara Înê li paytexta Rûsya, Moskovê dest pê kir.