Kobanî li dijî dagirkerî û komployê li qadan bûn

Bi hezaran şêniyên Kobanê li dijî dagirkeriya Tirk û komploya 9'ê Cotmehê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan meşiyan.

Kobanî li dijî dagirkerî û komployê li qadan bûn
9 cotmeh, 2020   14:25
KOBANÊ

Bi hezaran şêniyên bajarê Kobanê û gundewarên wê ji bo şeremzarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan ku ketiye sala xwe ya 23'yan de û êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Serêkaniyê û Girê Spî ku salek di ser re derbas bû, li qada Jina Azad a kom bûn.

Şêniyan bi posterên Rêber Abdullah Ocalan û pankartên "Bes e dagirkerî, dem dema şoreşê ye", "Em komploya 9'ê Cotmehê ya li dijî rêbertî şermezar dikin" û "Dem dema rizgarkirina Serêkaniyê û Girê Spî ye" ber bi qada Şehîd Egîd ve meşiya.

Meş li qada Şehîd Egîd rawestiya û deqeyeke rêz a bîranîna şehîdan hate girtin.

Bi navê tevgera jinan li kantona Kobanê Almaz Romî axivî û got: "Dîroka kamploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û êrişên li ser Serêkaniyê û Girê Spî ne tesaduf e, lê belê siyaseteke plankirî ya dewleta Tirk a dagirker e. Armanc ji vê siyasetê nasnameya şoreşên kurdî bitemirîne û nehêle gel bighêje mafên xwe."

Hevserokê Meclisa Kantona Kobanê Mistefa Êto, dagirkerî şermezar kir û banga kombûna li derdora hêzên leşkerî yên parastina herêmê û Rêveberiya Xweser kir.

Êto her wiha got: "Pêvajoya ku niha em tê re derbas dibin heman pêvajoya ku Rêber Abdullah Ocalan beriya 20 salan tê re derbas bibû. Dema şoreşa gel radibe, rêjîma Tirk dixwaze nasnameya şoreşê têk bibe. Çawa me armancên komployê têk bir, divê em têkoşênê mezin bikin û armancên wê yên heyî jî têk bibin."

Çalakî bi diruşmeyên banga azadiya Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/hD2Veqx1K1U" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>