Rahênanên hevbeş yên Rûsya û Misirê li Deryaya Reş

Hêzên Deryayî yên Rûsya û Misirê bi armanca xurtkirin û pêşxistina hevkariya leşkerî ya di navbera her du aliyan de amadekariyên pêkanîna tetbîqatên hevbeş li Deryaya Reş dikin.

Rahênanên hevbeş yên Rûsya û Misirê li Deryaya Reş
9 cotmeh, 2020   11:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Dazgehên çapemeniyê yên Rûsyayê ragihand ku nûnerên hêzên deryayî yên Rûsya û Misirê li bajarê Novorossiysk di dirêjahiya 3 rojan de girêdayî pêkanîna tetbîqatên hevbeş bi navê ‘Pira Dostaniyê-2020’ ku dê cara yekemîn li Deryayê Reş pêk were, civiyan.

Li gorî plansaziya ku di encama wan civînan de hatiye danîn, hêzên her du dewletan li Deryaya Reş belav bibin û dê operasyonên lêgerînê li dijî keştiyên biguman werin çêkirin û dê moşek û top ji çekên keştiyan bêne avêtin.

Li gorî ni nivîsgeha ragihandinê ya herêma leşkerî ya başûrê Rûsyayê, armanca pêkanîna van rahênanan, xurtkirina û pêşxistina hevkariya leşkerî di navbera hêzên deryayî yên her du dewletan de ye.

(şx)