Şêniyên Efrînê: Vîna me ji komployan xurttir e

Bi hezaran şêniyên kantonên Efrîn û Şehbayê li navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê kom bûn û Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got “Vîna me ji komployan bi hêztir e.”

Şêniyên Efrînê: Vîna me ji komployan xurttir e
Şêniyên Efrînê: Vîna me ji komployan xurttir e
Şêniyên Efrînê: Vîna me ji komployan xurttir e
Şêniyên Efrînê: Vîna me ji komployan xurttir e
Şêniyên Efrînê: Vîna me ji komployan xurttir e
Şêniyên Efrînê: Vîna me ji komployan xurttir e
Şêniyên Efrînê: Vîna me ji komployan xurttir e
9 cotmeh, 2020   11:34
ŞEHBA

Meş li pêşiya Dibistana Muşat a li navçeya Fafînê dest pê kir û li ber dibistana Siwaqa li navçeyê bi dawî bû. Beşdaran sloganên “Na ji dagirkeriya Tirk re, na ji tecrîdê re û “Bijî berxwedana Serdem û Rûmetê“ berz kirin. Her wiha wêneyên rêber Abdullah Ocalan û şehîdên berxwedanên Serdem û Rûmetê hildan.

Meş li ber Dibistana Siwaqa veguherî mitîngê. Piştî deqeya rêzgirtinê, endama Desteya Rêveber a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Hediye Yusif axivî û got: “Dewletên komploger, ji xwe bawer kirin ku bi ferzkirina tecrîdê re dê vîna gelê Kurd bişikînin lê fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan di hişê bi milyonan microvan de hatiye spandin.”

Piştre bi navê Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê Silêman Cafer û bi nave Meclisa Jina Azad a Şehbayê Ruweyda Îbrahîm axivîn.

Axaftvanan êrişên li dijî gelê Kurd şermezar kirin û soza şopandina rêya şehîdan û mezinkirina asta têkoşînê heta pêkanîna armancên şehîdan û rizgarkirina tevahiya herêmên dagirkirî da.

Meş bi berzkirina dirûşmên silavkirina berxwedanên Serdem û Rûmetê bi dawî bû.

(şx)

ANHA