Meclisa Jinan: Dewleta Tirk sûcên şer li Serêkaniyê û Girê Spî pêtîne

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagirkirina bajarên Serêkaniyê û Girê Spî bi daxuyaniyekê şermezar kir û destnîşan kir ku êrişa artêşa Tirk sûcê şer e. Meclisê banga hevgirtinê pêkhateyên herêmê û jinan kir da ku projeya dagirkeriyê ya firehkirinê têk bibin.

Meclisa Jinan: Dewleta Tirk sûcên şer li Serêkaniyê û Girê Spî pêtîne
9 cotmeh, 2020   11:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya salvegera yekemîn a êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî Serêkaniyê û Girê Spî Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyeke nivîskî da raya gişt.

Meclisê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê bi navê qaşo `Kaniya Aştiyê` êrişî Serêkaniyê û Girê Spî kir, şêniyên resen dan koçberkirin û malbatên çeteyan li şûna wan bi cih kirin. Bi vê yekê xwest ku demografiya herêmê biguherîne, aştiya navxweyî, jiyana hevbeş û ewlehiya ku li herêmê hebû, têk bibe. Her wiha projeya neteweya demokratîk a ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji xwe re kiriye bingeh, tune bike, vîna jinan ên ku pêşengiya şoreşa Rojava kir û serkeftinên mezin bi dest xistin, bişikîne.

Her wiha meclisê di berdewama daxuyaniya xwe de îşaret bi sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê li herêmên dagirkirî kir, nexasim ên li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî û got: “Li gorî peymanên Neteweyên Yekbûyî (NY) û mafên mirovan, ev sûcên şer û li dijî mirovahiyê ne.”

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku dewleta Tirk di encama gihaştina hev a berjewendiyên dewletên ku mudaxeleya kar û barên Sûriyê dikin, li gel paşguhkirina civaka navneteweyî ku erk û berpirsyariyên xwe bîne cih, êrişî herêmê kir.

Meclisê bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker wê yên domdar li dijî jin, zarok û şêniyên herêmên dagirkirî şermezar kirin û bang lê kir ku erkên xwe bînin cih û dagirkeriyê tune bikin. Her wiha vegereke ewle ji şêniyên ku ji warên xwe koçber bûne peyda bikin.

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevahiya partiyên siyasî, rêxistin, meclisên sivîl û rêxistinên hiqûqî û jinan kir ku li hemberî dewleta Tirk a dagirker bibin yek û projeya wê ya firehkirinê têk bibin.

(şx)

ANHA