Şêniyên Til Temirê banga azadiya rêber Ocalan û rizgarkirina herêmên dagirkirî kir

Şêniyên navçeya Til Temirê banga rizgarkirina herêmên ku dewleta Tirk dagir kirine, kir û Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan bi meşekê şermezar kir.

Şêniyên Til Temirê banga azadiya rêber Ocalan û rizgarkirina herêmên dagirkirî kir
Şêniyên Til Temirê banga azadiya rêber Ocalan û rizgarkirina herêmên dagirkirî kir
Şêniyên Til Temirê banga azadiya rêber Ocalan û rizgarkirina herêmên dagirkirî kir
Şêniyên Til Temirê banga azadiya rêber Ocalan û rizgarkirina herêmên dagirkirî kir
Şêniyên Til Temirê banga azadiya rêber Ocalan û rizgarkirina herêmên dagirkirî kir
Şêniyên Til Temirê banga azadiya rêber Ocalan û rizgarkirina herêmên dagirkirî kir
Şêniyên Til Temirê banga azadiya rêber Ocalan û rizgarkirina herêmên dagirkirî kir
9 cotmeh, 2020   10:41
HESEKÊ

Vê sibehê bi boneya salvegera yekemîn a dagirkirina bajarên Serêkaniyê û Girê Spî ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve û ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan, bi sedan şêniyên navçeya Tirl Temirê, endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn li pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan kom bûn.

Meş ji ber avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan dest pê kir. Beşdaran sloganên banga azadiya rêber Abdullah Ocalan, şermezarkirina dagirkirina bajarên Serêkaniyê û Girê Spî berz kirin.

Meş li ber Çerxerêya Mezin a li rojhilatê bajêr rawestî û veguherî mitîngê. Di mitîngê de bi navê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a kantona Hesekê Silêman Xelîl axivî.

Xelîl banga azadiya rêber Abdullah Ocalan kir û şehîdên ku canê xwe ji bo parastina herêmê û gelê herêmê feda kiriye, bi bîr anîn.  Xelîl got: “Dîroka êrişa li ser bajarê Serêkaniyê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê heman dîroka pêkanîna Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan e. Ev yek nîşan dike ku artêşa Tirk a dagirker gelê Kurd dike hedef û nasnameya wî qir dike.”

Her wiha Xelîl destnîşan kir ku divê pêkhateyên herêmê li hember fitneyê û şerê taybet ên ku dewleta Tirk li dijî herêmên wan dimeşîne, bibin yek.

Silêman Xelîl di dawiya axaftina xwe de piştrast kir ku êdî partiyên siyasî li ser asta dîplomasî ji her demê bêtir bi hêztir bûne û dê serkeftin para gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê be.

Meş bi berzkirina dirûşmên azadiya rêber Abdullah Ocalan û rizgarkirina bajarên Serêkaniyê û Girê Spî ji çeteyan û dewleta Tirk a dagirker, bi dawî bû.

(şx)

ANHA