Koçberên ji Serêkaniyê yên li Kampa Waşûkanî dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kir

Bi sedan koçberên Serêkaniyê yên li Kampa Waşûkanî dimînin bi boneya salvegera yekemîn a dagirkirina bajarê wan ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, xwepêşandek li dar xist. Koçberan bi dirûşmên xwe tekezî bi vegera li Serêkaniyê kir.

Koçberên ji Serêkaniyê yên li Kampa Waşûkanî dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kir
Koçberên ji Serêkaniyê yên li Kampa Waşûkanî dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kir
Koçberên ji Serêkaniyê yên li Kampa Waşûkanî dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kir
Koçberên ji Serêkaniyê yên li Kampa Waşûkanî dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kir
Koçberên ji Serêkaniyê yên li Kampa Waşûkanî dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kir
Koçberên ji Serêkaniyê yên li Kampa Waşûkanî dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kir
Koçberên ji Serêkaniyê yên li Kampa Waşûkanî dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kir
9 cotmeh, 2020   11:21
HESEKÊ

Bi boneya derbasbûna salekê di ser dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî re ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve, Kongreya Star li Kampa Waşûkanî ya li kantona Hesekê xwepêşandanek bi rêxistin kir.

Beşdarên meşê alên Kongreya Star, QSD`ê û pankartên “Em ê dagirkeriyê bi dawî bikin, nirxên şoreşa xwe biparêzin”, “Em ê vegerin Serêkaniyê”, “Em berxwedana gelên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî silav dikin” rakirin.

Koçberên kampê li pêşiya rêveberiya Kampa Waşûkanî rawestiyan û deqeyekê rêz girt. Piştre endama rêveberiya Kongreya Star li Kampa Waşûkanî Besîme Dawûd axivî û diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker êrişê herêmên Kurd, Ereb û Ermenan dike.

Besîme Dawûd wiha dewam kir: “Çavnebariyên dewleta Tirk bê dawî ne. Gelo Kurd li Lîbya, Azerbêcan, Ermenistan û Yewnanistanê jî hene? Erdogan hemû nirxên mirovî û pîvanên navneteweyî binpê kirin û rûxandin û mirin ji gelê me re anî. Mafê me ye ku em xwe biparêzin.”

Elaa El-Dîn Cemîl jî bi navê Meclisa Kampa Waşûkanî wiha axivî: “Dewleta Tirk herêm û bajarên me dagir dike û sivîlan bi darê zorê dide koçberkirin. Kiryarên Tirkiyê berdewamkirina komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan e.”

Ahîn Elî jî bi navê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê Hesekê axivî û destnîşan kir ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di mercên zehmet re derbas dibin û dewletên kapîtalîst bi hemû rêbazan şerê gelên herêmê dikin.

Xwepêşandan bi dirûşmên silavkirina berxwedana rûmetê û şermezarkirina dagirkeriyê bi dawî bû.

(cx)

ANHA