Şêniyên Reqayê: Divê dewletên cîhanê û NY sûcên dewleta Tirk veneşêrin

Şêniyên bajarê Reqayê berpirsyariya jiyana rêber Abdullah Ocalan spart NY`yê û bang li NY`yê û dewletên cîhanê kir ku sûcên dewleta Tirk veneşêrin. Her wiha bang li hikumeta Şamê jî kir ku siyaseta xwe li hemberî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê biguherîne û mafên wan ên rewa bipejirîne.

Şêniyên Reqayê: Divê dewletên cîhanê û NY sûcên dewleta Tirk veneşêrin
9 cotmeh, 2020   10:38
REQA

Îro Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan dikeve sala xwe ya 23`yemîn. Ji bo şermezarkirina komployê û tecrîda girankirî ya li ser rêber Abdullah Ocalan, bi dehan şêniyên Ereb û Kurd ên Reqayê li qada Kerac a bajêr kom bûn û daxuyaniyek parve kir.

Mihemed El-Ehmed û Rûken Mehmûd daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê tê de wiha hate gotin: “Komploya Navneteweyî di kesayeta rêber Abdullah Ocalan de gelê Kud hedef girt.”

Şêniyên Reqayê ji dewletên cîhanê û NY`yê xwest ku sûcên dewleta Tirk ên li dijî rêberê neteweyî Abdullah Ocalan û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de veneşêrin. Her wiha zextê li dewleta Tirk bikin da ku dev ji êriş û çavnebariyên xwe yên Osmanî berde.

Şêniyan NY ji xetereya li ser jiyana rêber Abdullah Ocalan berpirsiyar nîşan da û got: “Divê rêber Ocalan bê berdan.”

Her wiha şêniyên Reqayê peyamek ji hikumeta Şamê re jî şand û wiha got: “Divê hikumeta Şamê siyasetên xwe yên li hemberî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê biguherîne û mafên wan ên rewa li Sûriyê bipejirîne.”

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/BcADfGvVU3U" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>