Trump biryara rewşa awarte ya têkildarî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dirêj kir

Serokê Amerîkayê Donald Trump biryara dirêjkirina rewşa awarte ya girêdayî rewşên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta salekê, da û diyar kir ku dewleta Tirk sivîlan dixe xetereyê û li ser ewlehiya neteweyî û siyaseta derve ya Amerîkayê gef e.

Trump biryara rewşa awarte ya têkildarî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dirêj kir
9 cotmeh, 2020   10:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Koşa Spî di daxuyaniya xwe de ku li ser malpera xwe ya fermî belav kiribû, wiha dabû zanîn: “Di 14`ê Cotmeha 2019`an de li gorî biryara 13894’an rewşa awarte ya neteweyî li gorî qanûna desthilatên aborî yên awarte yên navneteweyî (USC 1701-1706) ya dan û standina nenormal bi ewlehiya neteweyî û siyaseta derve ya DYA`yê ku di encama rewşa li Sûriyê de çêbûye, hate ragihandin.”

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin: “Rewşa Sûriyê û mijarên girêdyaî wê, nexasim hewldanên dewleta Tirk ên ji bo êrişkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, pêngava tunekirina DAIŞ`ê li Iraq û Sûriyê sînordar dike, sivîlan dixe xetereyê û têkbirina ewlehî û aştiya li Sûriyê tehdît dike. Ev jî hîna li ser ewlehiya neteweyî û siyaseta derve ya DYA`yê gef e.”

Her wiha di daxuyaniyê de hate gotin: “Lewra divê rewşa awarte ya neteweyî ku di 14`ê Cotmeha 2019`an de hatiye ragihandin dê heta 14`ê Cotmeha 2020`an derbasdar bimîne.”

(şx)