26 leşkerên Ermenistanê hatin kuştin

Şerê di navbera Ermenistan û Azerbêcanê de dewam dike û hejmara kuştiyên her du aliyan zêde dibe. Wezareta Parastinê ya Ermenistanê îro daxuyand ku 26 leşkerên wan hatine kuştin.

26 leşkerên Ermenistanê hatin kuştin
9 cotmeh, 2020   10:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Ermenistanê îro daxuyand ku 26 leşkerên wan hatine kuştin.

Bi vê yekê ji destpêka şerê bi hêzên Azerbêcanê anku 27`ê Îlona borî heta niha, 376 leşkerên Ermenistanê hatine kuştin. Ev şerê herî dijwar e ku ji salên 1990`yî ve dide ku wê demê nêzî 30 hezar kes di şer de hatibûn kuştin.

Her wiha Kremlînê ya Rûsyayê da zanîn ku wezîrên karên derve yên Azerbêcan û Ermenistanê ji bo beşdarbûna dan û standinan hatine vexwendin.

Kremlînê wiha diyar kir: “Piştî peywendiyên bi telefonê yên serokkomarê Azerbêcanê Îlham Aliyev û serokwezîrê Komara Ermenistanê Nîkole Paşinyan, serokê Rûsyayê banga rawestandina operasyonên leşkerî li Qerebaxê dike.”

(cx)