Yewnanistan: Dewleta Tirk bi vekirina perava Varoşayê Yewnanistanê provoke dike

Serokwezîrê Yewnanistanê Kyriakos Mitsotakis diyar kir ku welatê wî biryara dewleta Tirk a ji nû ve vekirina perava bajarê Varoşayê red dike û got “Ev provokasyon nayê qebûlkirin. Dewleta Tirk pêkanîna rahênanên din li rojhilatê Deryayê Spî ragihand.”

Yewnanistan: Dewleta Tirk bi vekirina perava Varoşayê Yewnanistanê provoke dike
9 cotmeh, 2020   10:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokwezîrê Yewnanistanê ji rojnameya Le Figaro ya Fransayê re axivî û piştrast kir ku xêzkirina sînorên deryayî di dan û standinên bi dewleta Tirk re dozeke sereke ye.

Mitsotakis destnîşan kir ku tenê du vebijêrk li pêşiya Enqereyê hene; diyaloga li gorî qanûnên navneteweyî yan jî ceza. Mitsotakis got îhtîmal heye hevdîtin bi serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan re pêk were lê ev yek niha ne di rojevê de ye.

Biryara Bakurê Qibrisê ji bo ji nû ve vekirina perava bajarê Varoşayê rastî nerazîbûna Qibrisê hat. Ev bajar ji dema destwerdana dewleta Tirk a sala 1974`an ve girtî bû.

Perava Varoşayê di navbera Tirkiye, Qibris û Yewnanistanê de ye.  Lê sala 1974`an dewleta Tirk bakurê Qibrisê dagir kir. Şêniyên vê deverê koçber bûn.

Dewleta Tirk îro pêkanîna rahênanên nû li rojhilatê Deryayê Spî ragihand, di demekê de ku tevgerên wê ji çend mehan ve têne rexnekirin.

Her wiha Sky News ragihand ku rahênanên nû yên dewleta Tirk dê li Deryaya Îceyê pêk bin. Ev yek piştî çend rojan ji pêkanîna Yewnanistanê heman rahênan li rojhilatê Deryayê Spî tê.

(şx)