MSD'ê banga bidawîkirina dagirkeriyê kir

MSD'ê têkildarî salvegera yekemîn a dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî daxuyanî da û bang li Neteweyên Yekbûyî û dewletên aktîv di dosyaya Sûriyê de kir ku dagirkeriya Tirk a li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî bikin û derbarê sûcên kirine de jî lêpirsîneke serbixwe veke.

MSD'ê banga bidawîkirina dagirkeriyê kir
8 cotmeh, 2020   20:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), bi boneya salvgera yekemîn a dagirkirina dewleta Tirk û çeteyên wê li herêmên Serêkaniyê û Girê Spî de daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

9'ê Cotmehê salvgera yekemîn a destpêkirina êrişên Tirkiyê û çeteyên wê yên bi navê Artêşa Niştimanî ya Sûriyê yên li ser Serêkaniyê û Girê Spî ye. Hêzên dagirker bi navê Kaniya Aştiyê û hemû çekên giran û yên di asta navnetewî de qedexekirî ne, wekî bombeyên fosforî bi kar anî. Di encamê bi sedan sivîl û leşker şehîd bûn û ziyaneke mezin gihişte herêmê.

Ji ber êrişên leşkerî yên dewleta Tirk a dagirker bi deh hezaran niştecihên herêmê koçber bûn, gund û bajarên dagirkerî bûne navendên komên terorîst û yên artêşa Tirk da ku siyastên xwe yên plankirî yên tirkkirina li dijî herêmê û niştecihên wê yên resen û guhertina demografî pêk bînin.

Piştî ku salek li ser vê êşa giran re derbas bû, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên girêdayî îtîlfa opozisyona Sûriyê fesadî li bajarên Sûriyê ji Serêkaniyê û Girê Spî belav dikin û sûcên şer û yên der mirovî li dijî niştecihên resen pêk tînin.

Pêkhateyên herrêmê, Kurd, Ereb, Ermen, Asur, Çerkes û Tirmen armancê operasyona Tirkiyê bûn û hîna jî armanc in. Dewleta dagirker şêniyên resen da koçberkirin û yên mane jî bi hemû rêbazan tengav dike, milkên wan talan dike, rizqê wan û zeviyên wan ên çandiniyê didizin û dişewitînin, her wiha sivîlan, jin, zarok û îxtiyan, kesên astengdar qetil dike û direvînin û wan heta mirinê êşkence dikin, malbatên çeteyan li şûna wan bi cih dike da rûyê çandî, olî û civakî yê herêmê biguhere.

Em Meclisa Sûriya Demokratîk dagirkiriya Tirk a li Serêkaniyê û Girê Spî şermezar dikin û bang li saziyên navnetewî, di serî de Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî û Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî birêz Antonio Guterres û welatên ku di dosyaya Sûriyê de çalak in, wekî Dewletên Yekbûyî yên Amerîka û Federasyona Rûsyayê dikin ku, ji bo bidawîkirina dagirkeriya dewleta Tirk li herêmên bakurê Sûriyê û derxistina destdirêjkaran ji malên niştecîhên resen dixebitin.

Her wiha em banga vekirina lêpirsîneke serbixwe derbarê binpêkirinên ku li bajarên Serêkaniyê û Girê Spî hate kirin de û qetlîamên meydaîn, di serî de ya Sekretêra Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Hevrîn Xelef dikin da ku sûcdar sewqî dadgeha cînayatan a navnetewî were kirin.

Em hêvîdar in ku li gorî peymanên navnetewî û belgeyên mafên mirovan û peymanên parastina sivîlan ji şer, koçber bi ewle vegerîn bajar û gundê xwe û tawazî ji wan re were dayîn.

Em teqez dikin ku hebûna Tirkiyê ya li gelemperya bakurê Sûriyê ji Efrînê heta Serêkaniyê, li Ezaz, Cerablus, Bab û Idlibê û Girê Spî, ziyan gihand tevna Sûriyê û azar ji gelê Sûriyê bi hemû pêkhateyên wê re, ji qetilkirin, wêrankirin û tunebûne ewlehî û aramiyê re anîn. Dîsa jî ciwanê wê wekî çete li eniyên şer ên ku dewleta Tirk li herêmê gûr dike, bi kar tîne."

ANHA