Amerîkayê ambargo danî ser 18 bankeyên Îranê

Wezareta Darayî ya Amerîkayê ragihand ku wan der barê 18 bankeyên Îranê de biryara danpêkanînê daye.

Amerîkayê ambargo danî ser 18 bankeyên Îranê
8 cotmeh, 2020   19:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Amerîkayê der barê Îranê de biryareke din a ambargoyê wergirt. Li gorî lîsteya ku li ser malpera Wezareta Darayî Amerîkayê hate weşandin, der barê 18 bankeyên Îranê de biryara ambargoyê da. Wezareta Darayî, daxuyand ku wan der barê pêdiviyên çandiniyê, kişt û kalî û cîhazên tibî de biryara ambargoyê tune ye.

Amerîka bi vê ambargoya xwe sektora fînasê ya Îranê dike hedef û armanc jê ew e ku Îranê li dûrî pergala bakevaniya ya cîhanê bihêle.