QSD`ê 8 çeteyên DAIŞ’ê li Dêrazorê girtin

QSD`ê 8 çeteyên DAIŞ’ê li bajaroka Zîban ê gundewarên başûrê Dêrazorê ku di nav de 2 serçeteyên DAIŞ`ê  û berpirsên suîqastan hene, girtin.

QSD`ê 8 çeteyên DAIŞ’ê li Dêrazorê girtin
5 cotmeh, 2020   10:46
DÊRZOR

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li ser daxwaza şêx û nûnerên eşîrên Dêrazorê duh operasyoneke lêgerînê li bajaroka Zîban û çend gundên derdorê pêk anî.

QSD'ê di operasyonê de 8 çeteyên DAIŞ’ê, di nav de 3 serçete, girtin. Ji çeteyên hatine girtin M.D. berpirsê zekatê yê DAIŞ ê, S.L. serçeteyê darayî yê DAIŞ 'ê û C.A. berpirsê karê suîqastan li gundê Dêrazorê ye.

Her wiha QSD`ê embarên çekan ên girêdayî çeteyan, çend bombe û çekên kalaşnîkov bi dest xistin.

QSD`ê  hemleya Tunekirina Terorê di 4'ê Hezîranê de li gundên Hesekê û Dêrazorê li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ dest pê kir.  

ANHA