Projeyên xizmetguzariyê li Reqa û Til Hemîsê

Nivîsgeha Xizmetguzarî ya Meclisa Sivîl a Reqayê li gorî plansaziya çareyeka dawîn a îsal, gelek projeyên xizmetguzariyê dan destpêkirin. Şaredariya Til Hemîsê jî restorekirina Rêya Petrolê rêya stratejîk li herêma Cizîrê, bi dawî kir.

Projeyên xizmetguzariyê li Reqa û Til Hemîsê
Projeyên xizmetguzariyê li Reqa û Til Hemîsê
Projeyên xizmetguzariyê li Reqa û Til Hemîsê
Projeyên xizmetguzariyê li Reqa û Til Hemîsê
Projeyên xizmetguzariyê li Reqa û Til Hemîsê
Projeyên xizmetguzariyê li Reqa û Til Hemîsê
5 cotmeh, 2020   10:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji nava projeyên ku Nivîsgeha Xizmetguzariyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê daye destpêkirin, projeya avakirina pira Belîx bi lêçûna 60 hezar dolarî ye. Ev pir rojhilatê gundewarên Reqayê bi bajêr ve girê dide.

Her wiha nivîsgeh hewl dide 4 dibistan li Reqa û gundewarên wê; dibistana Kadro li bakurê gundewar, Keramê li rojhilatê gundewarê restore bike û 4 fêrgehan li dibistana Bitanî ya li bajêr ava bike û dibistana Kebiş li bakurê rojhilatê bajêr sererast bike.

Di çarçoveya plansaziyê de, nivîsgehê projeya restorekirina rêya Til Simin-Hezîme bi dirêjahiya 17 km bi kevirê şikandin û qumê spî daye destpêkirin, dê piştre di çaroçoveya plansaziya sala bê de zift bike. Ev rê bi dehan gund û bajarokê herêmê bi rêya giştî ve ya ku digihîne bajarê Reqa û bajarokê Eyn Îsayê girê dide.

Di warê tenduristiyê de nivîsgehê dest bi avakirina navendeke tenduristiyê li aliyê bakurê bajarê Reqayê kir. Ev navend dê xebatên xwe ji derdora 25 hezar şêniyên taxa Sike û dora wê re pêşkêş bike.

Têkildarî mijarê endamê rêveber ê Nivîsgeha Xizmetguzariyê ya Reqayê endezyar Ehmed Heco got: “Ev proje dê ji hêla endezyar û kesên pispor ve bêne şopandin û dê bi dawîbûna îsal re bi dawî bbin. Bi danêna plansaziya sala bê re dê qada projeyan firehtir bibe.”

TIL HEMÎS

Şaredariya Gel a Til Hemîsê restorekirna Rêya Petrolê bi dawî kir. Ev rê ji rêyên stratejîk ên li herêma Cizîrê ye ku bajarên herêm li her du aliyên başûrê rojhilat û başûrê rojava bi hev ve girê dide.

Ji ber barîna baranê û rabûna lehiyan, gelek zirar giha rêya di navbera Til Hemîs û gundê Um El-Rûs de bi dirêjahiya 3 km li beşên cuda yên rê.

Li ser wê şaredariyê bi lêçûna 92 milyon lîreyên Sûriyê restorekirina rê radestî Şîrketa Zagros a rêyên giştî. Şîrketê jî di 22`yê Hezîranê de dest bi karê xwe kir û di dawiya Îlonê de bi dawî kir.

(şx)

ANHA