Jinên DAIŞ`î hewl da penaberekî iraqî bikujin

Komeke jinên DAIŞ`î hewl da penaberekî iraqî li kampa Holê ya girêdayî kantona Hesekê bikujin.

Jinên DAIŞ`î hewl da penaberekî iraqî bikujin
5 cotmeh, 2020   10:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Jinên DAIŞ`î yên ku li kampa Holê dimînin, hewldanên têkbirina ewlehiyê kampê bi rêya bûyerên kuştin, şewitandin û revê didomînin.

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, jinên DAIŞ`î duh hewl da penaberekî iraqî bi navê Hatim Ebdulkerîm qetil bikin.

Bûyer duh bi şev li sûka kampê rû da. Hatim Ebdulkerîm ji lingê xwe yê rastê bi kêrê birîndar bû. Piştre yekser ew rakirin nexweşxaneya kampê. Hatim Ebdulkerîm berber e û di nav sûkê de kar dike.

Bûyerên qetilkirina bi kêrê li kampê zêde dibin. Aliyên ewlehiyê bi rêya daxuyaniyekê piştrast kiribû ku ev bûyer vedigerin zîhniyeta DAIŞ`ê ya ku heta niha jinên DAIŞ`ê xwedî lê derdikevin.

Aliyên ewlehiyê destnîşan kir ku piraniya wan sûcan ji hêla jinan ve têne kirin da ku fikrên DAIŞ`ê di nav malbatên xwe de biparêzin û di nav penaberên Iraqê de belav bikin.

(şx)

ANHA