Bêyî çareserkirina doza Kurd bi aştiyane, aştî û ewlehî li Rojhilata Navîn ne pêkan e

Aliyên çepgir ên Kurdistanê diyar kir ku Kurdistan bêyî îradeya gelê xwe hatiye parçekirin û bêyî çareseriya doza Kurdî ne pêkan e ku li Rojhilata Navîn aştî, ewlehî û jiyana biewle misoger bibe.

Bêyî çareserkirina doza Kurd bi aştiyane, aştî û ewlehî li Rojhilata Navîn ne pêkan e
2 cotmeh, 2020   09:19
NAVENEA NÛÇEYAN

Aliyên Kombûna Çepgir ên Kurdistanê daxuyaniyeke ji bo raya giştî û Kurdistanê da, di daxuyaniyê de geşedanên li Kurdistanê rû dane şîrove kirin, bang li hikumetan kir ku bapendiyê bi peymana mafên mirovan û mafên gelan bikin û rêzê ji mafên gelê Kurdistanê yê li her çar parçeyên Kurdistanê re bigirin.

Daxuyanî wiha ye:

Em aliyên Kombûnên Çepgir ên li Kurdistanê we agahdar dikin ku divê hûn bi rêya navendên biryaran li rewşa Kurdistanê haydar bin û hûn di ber vê yekê de berpisyar in.

Li Kurdistana Bakur hikumeta Tirk her tim êrişên leşkerî pêk tîne, azadiya gelê li Tirkiyê diçewisîne, ji ber siyasetên şaş ên desthilatê aloziya aborî xwe daye der û bandoreke neyînî li jiyana zehmetkêşan dike, dethilata Tirk dixwaze aloziya li welatê xwe derxîne derveyî sînorên xwe û hewl dide li herêmên Deryaya Spî û şandina hêzên leşkerî ji Sûriyê û Lîbyayê re aloziyê kurtir bike, bi Qubirsê, Yewnansitanê, Fransayê û bi Yekitiya Ewropayê re pirsgirêkan çêke, gund û bajarên Kurdistana Başûr û deverên din ên Rojavayê Kurdistanê dagir bike, ev tev de ji bo ku pirsgirêkên xwe yên navxweyî veşêre û nehêle raya giştî ya Tirkiye bibîne.

Li Rojhilatê Kurdistanê jî Komara Îslamî ya Îranê siyasetên dagirkirinê, dorpêçkirina Kurdistanê, li dijî çalakgeran biryarên darvekirinê û zexta li sivîlan berdewam dike. Di heman demê de gefan li Başûrê Kurdistanê dixwe, destwerdana kar û barên Iraqê, Sûriye, Lubnan û Yemenê dike û ev jî bandorê li ewlehiya herêmê dike û mafên mirovan bin pê dike û demokrasiyê tune dike.

Li Rojavayê Kurdistanê jî cendirmeyên Tirkiye û milîsên tundraw ên girêdayî wê li herêmên Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê li pêşberî hêzên Koalîsyonê, dewletên zilhêz û Rûsya sûcên qetilkirin û revandinê pêk tînin û ev hêz li gorî berjewendiyên xwe aloziyê tev digerînin, di heman demê de ji aliyên Kurdistanî yên li Rojava ji diyalogan dûr bixînin û mafên neteweyî yên gelê Kurd, diyarkirina sîstemeke siyasî ji Sûriya pêşerojê re û garantiya wê keysbaz bikin, kar û xebatê dikin.

Li gel vê yekê li Başûrê Kurdistanê jî siyaseta guhartina demografiyê û erebkirina herêmên Kurdistanê yên derveyî rêveberiya herêmê berdewam e. Desthilata milîsên Heşda Şabî, hêzên şovînîst û tevahiya biryarên pê ve girêdayî  tevî ku destûr pêk neanîn û hikumetên navendî mafên gelê Kurdistanê înkar dikin û ji 2014`an ve herêm maaşê wan nadin  û siyaseta girtina çalakgerên sivîl û li navendê û Başûrê Iraqê tunekirina wan berdewam e.

Rewşa her çar parçeyên Kurdistanê ji ber rewşa siyasî hate guhartin û bi diyardeya vîrusa Koronayê re rewşa gel kambaxtir bû û dîsa jî desthilatên her çar parçeyan alîkariya herêmên Kurdistanê nekirin."

Partiyên ku daxuyanî daye ev in" KKP Bakur, PSK Bakur, KKP Rojava, Kombûna Zehmetkêşên Kurdistanê(Rojhilat), Tevgera Demokratî Kurdistanî(Başûr), Partiya Zehmetkêşan Kurdistanî(Başûr) û Partiya Komonîst Kurdistanê(Başûr) û Partiya Kominîst a Kurdistanî (Başûr).

(eh)