MXDŞ`ê ji ber wefata Baba Şêx daxuyanî da

Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) bi daxuyaniyekê ji ber wefata Şêxê Êzidiyan sersaxî ji gelê Êzidî re xwest û piştrast kir ku Baba Şêx ji civak û baweriya Êzidî re xizmeteke giranbiha kiriye.

MXDŞ`ê ji ber wefata Baba Şêx daxuyanî da
2 cotmeh, 2020   09:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî wefata Baba Şêx, Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê de wiha hate gotin:

"Me bi xemgînî bihîst ku rêberê ruhanî yê gelê me Baba Şêx koça dawî kiriye. Weke hemû gelê me yê Êzidî û dostên me ketin nav êş û xemgîniyeke giran. Em li ser navê MXDŞ’ê bi dilekî xemgîn, bi çavekî girî wefata Babê xwe pêşwazî dikin. Di serî de ji gelê xwe û dostên xwe re sersasiyê dixwazin û ji malbata wî ya qedirbilind re sebr û aramiyê dixwazin.  ji gelê Êzidî yê li Şengalê û tevahiya cîhanê re sersaxî dixwazin. Ji bo me tevahiya civaka Êzidî Baba Şêx windahiyeke mezin bû. Baba Şêx, kesayetiyeke manewî û rûhî yê civaka me bû. Lewre bi koça dawî ya Baba Şêx her maleke Êzidî kete xemgîniyeke mezin.

Baba şêx bi kesayetî û sekna xwe ya hemêzker û dilnizm, dilovan û hezkirî bê ku ferq û cudahiyê bixe nav, hemû civak hemêz dikir. Her tim di aliyê aştî û çêkeriyê de bû xwedî helwest. Lewre ji aliyê civaka me ve bi nirx û qedrekî bilind hat payekirin û qebûlkirin. Her tim ji bo tifaq û yekrêziya gelê me bû xwedî hewldan û ked. Bi dilnizmî, fedakarî û dilfirehiya xwe ji bo gelê me bû navenda pêbawerî û şanaziyê.

Baba Şêx weke kesayeteke oldar heta roja koça xwe ya dawî li ser erka xwe weke oldarekî û Bavekî ji civak û baweriya Êzidayetiyê re xizmeteke giranbiha kir. Em weke gel vê keda wî ji bîr nakin û dê her tim di bîra me de be, ji bo me pîvan be. Ji bo parastina pîvanên me yên olî û rêgezên baweriya me em ji xwe re esas bigirin.

Baba Şêx, li hemberî hemû êş û jan, kareset û felaketên di serê civaka me de hatî bû xwedî hewldana çêker, bi civakê re xemgîn bû, bi wê re kêfxweş bû. Di rojên teng û fireh de her tim li kêleka civaka xwe, li aliyê civaka xwe bû xwedî helwest û kiryar. Lewre ev kesayetiya xwe ya rêzdar ji vê kesayetî û meriyeta xwe girt, bû nasname û pêşengê civakê.

Herî talî em dubare bi wefata Babê xwe Şêx xemgîniya xwe dubare dikin. Em hêvî û bawer in ku cihê wî bihişta nûranî be. Dubabere di serî de ji malbata wî re, ji tevahî gelê xwe re sersaxiyê dixwazin."