Meşeke girseyî ji Qamişlo ber bi Dêrikê ve

300 ciwanên ji pêkhateyên herêma Cizîrê bi dirşûma “Dem dema azadiyê ye teqez em ê bi ser kevin” ji Qamişlo heta Dêrikê meşiyan.

Meşeke girseyî ji Qamişlo ber bi Dêrikê ve
Meşeke girseyî ji Qamişlo ber bi Dêrikê ve
Meşeke girseyî ji Qamişlo ber bi Dêrikê ve
2 cotmeh, 2020   09:24
QAMIŞLO

Bi dehan ciwanên herêma Cizîrê ji pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryan, li ser bangawaziya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê di çarçoveya pêngava KCK`ê de ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk ên li dijî Kurdistanê û tecrîda ku li rêber Abdullah Ocalan hatiye ferzkirin, li pêşiya stada Heysem Keco ya li bajarê Qamişlo kom bûn û ber bi bajarê Dêrikê ve dest bi meşek dirêj kir.

Ciwanan cilên spî ku wêneyê rêber Abdullah Ocalan li ser in li xwe kirin. Bi vê yekê asta girêdana xwe bi fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan re nîşan didin.

Li gorî komîteya orgenîzeyê meşê, ev meş dê sê rojan bidome û dê li navçeyên Tirbespiyê, Çilaxa û Girkê Legê bimeşin heta bigihêjin bajarê Dêrikê.

(şx)

ANHA