DYA`yê der barê plana girtina balyozxaneya li Bexdayê de, Iraq agahdar kir

Di demên dawîn de ji ber DYA`yê biryara vekişandina ji Iraqê da, li dijî balyozxaneya Amerîkayê gelek êriş pêk hatin, ji ber vê Washingotin aciz bû û gefa girtina balyozxaneya xwe li Bexdayê xwar.

DYA`yê der barê plana girtina balyozxaneya li Bexdayê de, Iraq agahdar kir
28 îlon, 2020   08:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî rojnameya Washingotin Post a Amerîkayê DYA`yê hikumeta Iraqê û hevkarên wê yên dîplomatîk agahdar kiriye heke Iraq êrişên li dijî hêzên Amerîkayê yên li wir nesekinîne, dê bi temamî ji balyozxaneya xwe ya li Bexdayê vekişe û ji ber vê parvekirinê rayedarên Iraqê mat man.

Roja yekşemê nehat diyarkirin bê ka Koşka Spî vekişandina ji nişkave erê kiriye yan na. Dîplomatekî ku rewşê dişopîne got  eger rêveberiya Trump gavekê biavêje, tê payîn ku girtina balyozxaneyê 90 rojan dirêj bike û ev jî derfetê dide Washingtonê ku careke din biryara xwe di ber çavan re derbas bike.

Berdevkê bi navê Serkowezîr Mistefa Kazimî, Ehmed Mele Telal destnîşan kir ku ew bi hêvî ne ku rêveberiya Amerîkayê vê yekê careke din binirxîne, hin kesên derveyî qanûnan dixebitin dixwazin vê têkliyê xerab bikin û girtina balyozxaneyê dê nameyeke neyênî be.

Li gorî rayedarekî ku ji rewşê agahdar e Wezîrê Karên Derve Mike Pompeo êvara Yekşemê Mistefa Kazimî der barê planê de agahdar kiriye û du rayedarên rojavayî yên li Bexdayê dane zanîn ku şandeyên dîplomatîk ên welatên wan plan eşkere kirine.

Rayedarên Iraqê diyar kir hikumeta Amerîkayê li dijî milîsan banga tevdîrên hîn xurtir kiriye û ev jî nîşaneya ku dibe balyozxaneyê neyê girtin.

(eh)