Rêveberiya Xweser: Daxuyaniyên Welîd Muellîm dûrî rastiyê ne

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser diyar kir ku projeya Rêveberiya Xweser projeyeke nîştimanî ye û zirarê li yekitiya Sûriyê ya civakî û erdnîgarî nake û destnîşan kir ku daxuyaniyên Welîd Muellîm ên li pêş Civata Giştî ya NY’yê dûrî rastiyê ne.

Rêveberiya Xweser: Daxuyaniyên Welîd Muellîm dûrî rastiyê ne
28 îlon, 2020   09:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Cîgirê serokê Meclisa Wezîran û wezîrê karên derve û penaberan Welîd Muellîm di axaftina xwe ya li dewreya 75’an a Civata Giştî ya NY’yê de QSD û Rêveberiya Xweser bi dijbertiya li yekitiya Sûriyê, gelê wê û talankirina dewlemendiya wê tawanbar kirin.

Der barê vê yekê de Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daîreyê di destpêka daxuyaniyê de ev tişt got: "Bi hewldana reva ji rewşa Sûriyê û rewşa guhartinê ya Sûriyê, her wiha bi girêdana eşkere ya bi zîhniyet û metoda ku hiştiye Sûriyê bikeve vê rewşê, paşguhkirina sûcên ku dewleta Tirk û çeteyên wê li Sûriyê dikin ku gefan li yekitiya Sûriyê dixwin û herêmên Sûriyê dikin wîlayetên Tirkiyê, hê jî israr li ser înkara pêwîstiya bi çareyê li gorî pêdiviyên gelê Sûriyê heye. Her carekê berpirsekî rejîma Sûriyê derdikeve û li ser rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi zimanekî ku tê de bêbawerî, dûrketina ji berpirsiyarî û înkara rastiyê diaxive. Rastiya vî zimanî piştrast dike ku rejîma Sûriyê di cîhana angaştî de dijî, siyaseta guhartina mijarê û girêdayî bi rêveçûnên ku tu têkiliyên xwe bi hev tune ne, pêk tîne."

Daîreya têkiliyên Derve di daxuyaniyê de bal kişand ser helwestên rayedarên hikumeta Şamê û ev yek got: “Piştî bi hezaran windahî, qurbanî û wêrankirina giştî ya gelek herêmên Sûriyê, belavbûna rewşa tevliheviyê û tevgera komên terorîst li Sûriyê. Her wiha rewşa tecrîd, ceza û rewşa kirêt a debarê li Sûriyê, ji dêvla rejîm kedên xwe ji bo xizmeta gelê Sûriyê bi kar bîne ku li ser gelê Sûriyê sivik bike, rayedar û berpirsên rejîm derdikevin bûyer û mijaran dibêjin û bi rêya xîtabên xwe yên sexte ku êdî her ferdekî ji Sûriyê dizane, rewşê ber bi sifirê ve dibin. Her wiha rastiya xwe piştî salên ku li ser sûriyan derbas bû, eşkere bû û rola rejîm û siyasetên qedexekirina hevdîtina gelê Sûriyê  li ser yek projeyê diyar bû.”

DaîreyaTêkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser destnîşan kir ku tawanbarkirina wezîrê karên derve yê rejîma Sûriyê Welîd Muellîm li pêşiya Civata Giştî û axaftinên wî yên girêdayî rêzemijarên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ew bi vê yekê dixwaze raya giştî berbelav bike û rastiyê veşêre û wiha domand: "Di heman demê de, dixwaze kirinên rejîma Sûriyê yên li dijî gelê Sûriyê bi giştî û pêkanîna tevliheviya ku dixwaze li herêmên ku ji DAIŞ`ê rizgar bûne binixumîne.

Daîreyê da zanîn ku projeya Rêveberiya Xweser projeyeke neteweyî ye û zirarê nade yekitiya Sûriyê, berovajî îdiayên Muellîm ku ew projeyek parçebûnê ye.

Daîreyê bal kişand ser axaftinên Muellîm ên li ser bûyerên Dêrazorê û ev tişt got: “Ew bi vê yekê hewl dide balê li ser tevliheviya ku rejîmê hewl daye bi rêya wê yekitiya pêkhateyan têk bibe, bikişîne. Li cem Rêveberiya Xweser îsbat hene ku têkiliyên rejîma Sûriyê bi tevliheviya ku li Dêrzorê rû daye, heye.

`BI VÊ HIŞMENDIYÊ NE PÊKAN E KU ÇARESERÎ LI SÛRIYÊ PÊK WERE`

Her wiha daîreyê têkildarî mijara petrolê û tiştên ku Muellîm dixwaze pêşkêş bike got, rêgezên Rêveberiya Xweser di vî warî de sabit in û Rêveberiya Xweser bawer dike ku berhemên xwezayî milkê gelê Sûriyê ye û wiha pê de çû: "Dema DAIŞ`ê berhemên xwezayî yên welêt didizî û difirot dewleta Tirk, rejîma Sûriyê qet li pêşiya cîhanê pirsa vê yekê nedikir û nedibû gazinc! Petrola ku ji herêmê tê derxistin, dikeve xizmeta gelê herêmê di demekê de ku tu alî destekê nadin van herêmên Sûriyê û parçeyek ji Sûriyê ne."

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser diyar kir ku daxuyaniyên Muellîm ji rastiyê dûr in û wiha dawî li daxuyaniya xwe anî: "Bi vê hişmendiyê ne pêkan e ku çareserî li Sûriyê pêk were. Her wiha axaftina li pêşiya her cihekî navneteweyî divê bikeve xizmeta gelê Sûriyê, derxistina dagirkeran û darizandina sûcdarên berpirsên qirkirinên li dijî gelê Sûriyê. Divê ked ji bo çalakkirina diyaloga Sûrî ya neteweyî û çareserkirina aloziya Sûriyê li gorî biryara navneteweyî bi hejmar 2254’an, bêne dayîn û dev ji zimanê ku wêraniyê ji Sûriyê re tîne, were berdan."

(fr-şx)

ANHA