Ermenistanê piştgiriya çeteyên Sûriyê ji hêzên Azerbeycanê re piştrast kir

Berdevka fermî ya Wezareta Parastinê ya Ermenistanê Shushan Stepanyan piştrast kir ku çeteyên Sûriyê yên ku dewleta Tirk piştgiriya wan dike, li eniyên şer li kêleka hêzên Azerbeycanê şer dikin.

Ermenistanê piştgiriya çeteyên Sûriyê ji hêzên Azerbeycanê re piştrast kir
28 îlon, 2020   08:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji duh sibê ve li ser sînorê Azerbîcanê yêm bi komara"Artsax" ve ya ku bi navê Nagornî-Qerebax jî tê naskirin şer berdewam e. Di vê mehê de ev cara duyemîn e ku hêzên çekdar ên Azerbeycanê êrişî şervanên Komarê dike, ya ku serxwebûna xwe di destpêka 1992`yan de piştî hilweşîne Yekitiya Soviyet ragihandibû û qebûl nekir tev li Ermenistanê bibe.

Gelek raporên çapemeniyê mudexeleya dewleta Tirk ji bo gurkirina şer û nakokiyan di navbera her du aliyan de ku wê piştgiriya Ezerbeycanê bike, mîna ku li Lîbyayê kiriye, piştrast kirin. Di heman demê de, Wezîrê Parastinê yê Tirk Hûlûsî Akar anî ziman ku wê welatê wî alîkariya Ezerbeycanê bike.

Berdevka Fermî ya Wezareta Parastina ya Ermenistanê Shushan Stepanyan ser zimanê serokê Komara" Artsax" Aryk Harutyunyan ragihand ku çeteyên Sûriyê li eniyên şer alîkariya hêzên Azerbîcanê dikin û dewleta Tirk piştgiriya wan dike. Şerê vê carê ji erdnîgariya şerê Nîsana 2016`an di navbera Azerbîcanê û Ardsax de rû daye, berfirehtir e.

Li gorî agahiyan hevkarî di navbera saziyên leşkerî yên Ermenistanê û Ardsax de heye.

Stepanyan da zanîn ku hêzên çekdar ên Ermenistanê heke li dijî wê êriş çêbibin, dê tedbîran bigire û ew amade ne desteka artêşa parastina Komara Ardsax bike da ku ewlehiya wê biparêze.

Ajansa fermî ya Armensitanê ARMENPRESS a ku agahiyên xwe dispêrê Navenda Agahiyan a Hevgirtin a Ermenî, Yêrîvan eşkere kir ku 4 hezar çeteyên Sûriyê yên alîgirên Enqereyê li rex artêşa Ezerbeycanê tev li êrişa leşkerî bûne.

Her wiha ajansê bi bîr xist ku Navenda Agahiyan a Ermenî kuştina 81 çeteyên Sûriyê piştrast kiriye.

(eh)