​​​​​​​Hikumeta Yemenê û Hûsiyan li ser mijara berdana kesên dîlgirtî lihev kirin

Li gorî berpirsekî ji Yemenê, hikumeta Yemenê û Hûsiyan li hev kirin ku derdora hezar dîlgirtiyên her du aliyan weke destpêkê, bi hev biguherin. Tê payîn di nava du hefteyan de xebata bihevguhertina dîlgirtiyan pêk werê. 

​​​​​​​Hikumeta Yemenê û Hûsiyan li ser mijara berdana kesên dîlgirtî lihev kirin
28 îlon, 2020   07:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Nivîsgeha Nûnerê Navneteweyî ji bo Yemenê Martin Griffiths di daxuyaniyekê de piştrast kir ku nûnerên hikumeta Yemenê û Hûsiyan li hev kirine ku li gorî lîsteya ku li ser hatiye lihevkirin, yekser hezar û 81 girtî serbest berdin.

Her du aliyan di civîna 4`an de ya Komîteya Çavdêra pêkanîna lihevkirina bihevguhertina dîlgirtiyan a ku ji beriya hefteyekê ve li Swîsreyê destpê kiriye, li hev kir.

Martin Griffiths di daxuyaniyeke de taybet ji rojnameya Şerq El-Ewsat re, rave kir ku ew ji ber pêkhatina lihevkirinê kêfxweş e.

 şx