Şêniyên Dirbêsiyê bang li aliyên siyasî kir: Ji bo pêkanîna yekitiya kurdî lez bikin

Şêniyên navçeya Dirbêsiyê bang li partiyên siyasî kir ku ji bo rewşa herêmên dagirkirî dubare nebe bila berjewendiyên xwe yên takekesî deynin aliyekî û da zanîn ku di encama ne yekbûna Kurdan de herêm hatin dagirkirin.

Şêniyên Dirbêsiyê bang li aliyên siyasî kir: Ji bo pêkanîna yekitiya kurdî lez bikin
17 îlon, 2020   07:55
HESEKÊ – BOTAN HISÊN – OLVA HAC MENSÛR

Partiyên siyasî yên Kurd ku li ser banga fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî ji bo pêkanîna yekitiya kurdî di nava xebatê de ne, welatiyên hêrêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî ji bo ku şerekî nû li herêmê neqewime, banga lezkirina yekitiyê kir.

Welatiya bi navê Nûra Mihemed ji Dirbêsiyê banga lezkirina yekitiyê kir û da zanîn ku divê partiyên siyasî ji berjewendiyên xwe yên şexsî dûr bikevin û ji bo  hewildana pêkanîna yekitiya kurdî lez bikin. 

Her wiha Nûra destnîşan kir ku ew aliyên ku bi dewletên erişkar ên ku bi awayekî bê navber li dijî herêmên Kurdan êrişan pêk tînin re di nava danûnstandinan de ne jî hevkarên van êrîşan e.

Nûra Mihemed piştrast kir ku divê hemû alî li hember doza xwe bi berpirsyartiya xwe rabin û got: "Ji bo em hîn zêdetir bajarên xwe û axa xwe wenda nekin divê em bi awayekî leztir yekitiya xwe ava bikin."  

Her wiha şêniya bi navê Nesrîn Elî jî diyar kir ku ev hevdîtinên ku pêk tên "gaveke erênî" ye.

Nesrîn Elî destnîşan kir ku divê partiyên siyasî ji bo pêkanîna yekitiya kurdî lez bikin da ku rewşa Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî li van herêman jî dubare nebe ji ber ku wan gelek şehîd ji bo vî welatî feda kirin. 

Her wiha Nesrîn Elî destnîşan kir ku li herêmên dagirkirî, hemû sûcên ku li dijî goristanên şehîdan, zarokan û jinan pêk hatine ji ber belavbûna mala kurdî ye û wiha dewam kir: "Heta kengî gelê Kurd dê bin zulim, zordarî û qirkirinê de bijî."

Li aliyekî din welatiyê bi navê Mihemed Ehmed bang li partiyan kir ku ji bo çareserkirina doza gelê Kurd  ji berjewendiyên xwe yên şexsî û partiyî dûr bikevin.

oh

ANHA