Eşîrên Dirbêsiyê: Bi pey fitneyê nekevin

Eşîrên navçeya Dirbêsiyê gel û eşîrên herêmê hişyar kirin ku bi pey fitneyên ku Tirkiyê û hikumeta Şamê hewl dide li Dêrazorê derbixe, nekevin û piştrast kirin ku armanca wan têkbirina projeya Rêveberiya Xweser û biratiya gelan e.

Eşîrên Dirbêsiyê: Bi pey fitneyê nekevin
17 îlon, 2020   05:33
HESEKÊ- OLVA HAC MANSÛR- BOTAN HISÊN

Ji destpêka ragihandina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve, dewleta Tirk a dagirker ciwanên herêmê bi pereyan dixapîne û wan dike sîxur da ku fitneyê derbixin û bûyerên hedefgirtinê û planên Tirkiyê li herêmê pêk bînin.

Ciwanên hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî çeteyên DAIŞ`ê yên girêdayî Tirkiyê bi hev re di xendekekê de şer kirin. Piştî têkçûna DAIŞ`ê di aliyê leşkerî de, Tirkiyê ji bo dagirkirina herêmê şêwazên nû wekî ajankirina ciwanan, derxistina fitneyê di navbera eşîran de û belavkirina tevlîheviyê û nûçeyên derew di nava gelê herêmê de, pêk anî.

Girêdayî bûyerên li herêma Dêrazorê wekî bûyerên hedefgirtinê û derxistina fitneyê, serokeşîrên navçeya Dirbêsiyê gotin: "Ew li kêleka eşîrên Dêrazorê li dijî fitneya ku hikumeta Şamê û dewleta Tirk hewl dide di navbera pêkhateyên Ereb û Kurd de derbixin, disekinin."

KÎ LI PIŞT FITNEYÊ YE!

Êlê eşîra El-Badîne ya navçeya Dirbêsiyê Adil Ebas dibêje: "Hemû planên dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê yên li Dêrazorê pêk anîne, têk çûn. Ji ber ku pêkhateyên Kurd û Ereb ji beriya bi dehan salan ve bira ne. Ji destpêka şoreşa Sûriyê ve jî li kêleka hev li dijî çeteyên DAIŞ`ê li Reqa, Dêrazorê şer kirin û hemû xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê rizgar kirin."

Ebas îşaret bi aliyên li pişt fitneyê disekinin kir û got: "Bûyerên li Dêrazorê tenê ji bo derxistina fitneyê di navbera Kurd û Ereban de ye. Hikumeta Şamê û ajanên dewleta Tirk a dagirker li pişt fitneyê ne. Armanc jê ew e ku şer di navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de derxînin."

FITNE DIKEVE XIZMETA DAGIRKERAN

Ebas destnîşan kir ku dagirkeriya Tirk û hikumeta Şamê dê di derxistina fitneyê de her tim têk biçin û wiha dewam kir: "Ji ber ku Kurd û Ereban ji bo parastina herêmê ji fitne û gendeliyê bi hev re kar kirin û şer kirin. Divê her kes ji kiryarên Tirkiyê û hikumeta Şamê yên li herêmê wekî şerê taybet û derxistina tevlîheviyê, hişyar be."

Êlê eşîra El-Badîne daxuyand ku tiştên rû didin dikevin xizmeta dagirkeriya Tirk, ji ber ku Tirkiyê parçeyekî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir kir û êrişên û gefên xwe hîna berdewam dike. Ebas wiha lê zêde kir: "Hikumeta Şamê jî hewl dide projeya Rêveberiya Xweser têk bibe."

Ebas da zanîn ku armanca din a bûyerên hedefgirtinê yên li Dêrazorê ew e ku, Kurdan tawanbar bikin û herêmê vegerînin beriya 2012`an.

PLANÊN DAGIRKERAN Û HIKUMETA ŞAMÊ ZELAL IN

Êlekî eşîra El-Bo Salah a Ereb Xelef El-Salim jî dibêje: "Projeya Rêveberiya Xweser serkeftî ye ji ber ku li ser têgeha netewa demokratîk û biratiya gelan ava bûye. Rêveberiya Xweser ji destpêka avakirina xwe ve, hewl dide pêkhateyên herêmê biparêze û tu cuhdahiyê naxe navbera wan."

El-Salim destnîşan kir ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji destpêka aloziya Sûriyê ve, yek ji herêmên herî bi ewle ye, ji ber ku pêkhateyên herêmê bûn yek û bi hev re li dijî dagirkeran şer kir.

Xelef El-Salim di dawiya axaftina xwe de bang li serokeşîrên Dêrazorê kir ku bi pey fitneya ku dewleta Tirk û hikumeta Şamê derdixe, nekevin û wiha domand: "Em planên dagirkeran û hikumeta Şamê baş dizanin. Ew hewl didin projeya netewa demokatîk û biratiya gelan ku gelê herêmê xwe li ser wê esasê birêxistin kir, têk bibin. Nexasim piştî têkçûna çeteyên DAIŞ`ê ku Tirkiyê piştgiriya wê dikir, li ser destê Hêzên Sûriya Demokratîk QSD`ê li Dêrazorê."

cx

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/i5LkxtvtEiM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>