​​​​​​​Şêxê eşîra El-Elî: Em girêdayî projeya Rêveberiya Xweser û fikrê demokratîk in

Şêxê eşîra El-Elî ya Reqayê got: "Projeya Rêveberiya Xweser projeyeke serkeftî ye û li gorî rastiya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Em û hemû eşîrên herêmê girêdayî vê fikra demokratîk in."

​​​​​​​Şêxê eşîra El-Elî: Em girêdayî projeya Rêveberiya Xweser û fikrê demokratîk in
17 îlon, 2020   01:22
REQA- EMAR EL-XELEF

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê projeyeke demokratîk a li ser bingeha biratiya gelan e, ji ber ku hemû pêkhate cihê xwe di sîstema rêveberiyê de digirin. Bi saya hevgirtina van pêkhateyan, rêveberiyê di gelek qadan de serkeftin pêk anî.

Şêxê eşîra El-Elî ya herêma Reqayê Remedan El-Rehal piştrast kir ku Rêveberiya Xweser berhema vîna azad û fikrên demokratîk ên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

El-Rehal wiha dewam kir: "Rêveberiya Xweser hîna serkeftinan bi dest dixe. Ev yek bi saya îradeya azad û fikrên demokratîk ên gelê herêmê û bi rêya avakirina saziyên herêmê ku ji aliyê gel bi xwe ve tên birêvebirin, pêk hat."

RÊVEBERIYA XWESER DESTKEFTIYÊN MEZIN BI DEST XISTIN

El-Rehal îşaret bi destkeftiyên Rêveberiya Xweser ên li gorî derfetên herêmî hatine bidestxistin wekî avakirina saziyên herêmê, sivîl û leşkerî bi awayekî demokratîk kir û got: "Rêveberiya Xweser nimûneya demokrasiyê ye. Di kar û barên lêknêzikkirina pêkhateyan û cîbicîkirina demokrasiyê de serkeftî ye."

El-Rehal wiha domand: "Piştî destpêkirina xebatên saziyan, êdî jiyan vegeriya herêmê ku ji ber êrişên dijmin û çeteyan hatibû rûxandin. Her wiha bi hezaran gelê Sûriyê yê ji herêmên şer revîne, berê xwe dan herêmê."

"DARA BERHEMDÊR A BI SÛD"

Şêx Remedan El-Rehal diyar kir ku têgeha Rêveberiya Xweser ku di parêznameyên Rêber Ocalan de hatibû bibîrxistin, îro bûye çirayeke ku rêya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ronî dike. El-Rehal got: "Divê pirtûkên Ocalan bêhtir di civaka Sûriyê de belav bibin û bên xwendin."

El-Rehal di dawiya axaftina xwe de Rêveberiya Xweser bi dara berhemdêr ku sûdê li şêniyên herêmê dike, bi nav kir û got: "Rêveberiya Xweser ruhê hezkirin û biratiyê di nava hemû pêkhateyan de diçîne."

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/QTtcmnfAEDc" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>