Vîdoeklîbek li ser berxwedana Şêxmeqsûdê

Piştî xebata 3 mehan, Navenda Cemîl Horo ya Çand û Hunerê stranek li ser berxwedana Şêxmeqsûdê bi dawî kir. Stran balê dikişîne ser berxwedan û hevgirtina pêkhateyên taxa Şêxmeqsûdê di dema êrişên çeteyan de.

Vîdoeklîbek li ser berxwedana Şêxmeqsûdê
Vîdoeklîbek li ser berxwedana Şêxmeqsûdê
Vîdoeklîbek li ser berxwedana Şêxmeqsûdê
Vîdoeklîbek li ser berxwedana Şêxmeqsûdê
Vîdoeklîbek li ser berxwedana Şêxmeqsûdê
16 îlon, 2020   09:11
HELEB-MIHEMED EBDO-HENAN MIHEMED

Stran li ser berxwedana Şêxmeqsûdê hat amadekirin. Stran ji berxwedana dîrokî ya şêniyên taxê û şervanan di xendekên şer de ku canê xwe di oxira jiyana birûmet daye, hat çêkirin.

Awaza stranê ya hunermend Ehmedê Xanê ye, tê de ku hunermendên ji taxa Şêxmeqsûdê distrin û derhênerê wê Hesen Xemgîn e. Stran li studoya Navenda Cemîl Horo ya Çand û Hunerê hat qeydkirin. Xebata stranê 3 mehan dom kir.

Di stranê de endamên tîma şanoyê ya Navenda Cemîl Horo beşdarî amadekirina klîbê bûn.

Klîba stranê li kolana taxa Şêxmeqsûdê û Seken Şebabî ya taxa Eşrefiyê li gel eniyên şer ên ku hê jî şahidên bûyerê ne, hat qeydkirin.

Hunermend Ehmed Xanê got: "Stran kurteberxwedana dîrokî eşkere dike. Lê çi qas me ew berxwedan dan der, hê jî gotin li hember qurbaniyên şehîdan aciz in."

Ji aliyekî din ve jî derhêner Hesen Xemgîn îşaret bi astengiyên li hember tîma xebatê kir, ku wê jî hişt klîb dereng bimîne û wiha got: "Di xebatê de û bi sedema kêmbûna dîmenên di arşîfê de ku berxwedana Şêxmeqsûdê belge dikin, hin astengî derketin. Wê jî hişt hin bûyer bi alîkariya endamên tîma şanoyê werin aktorkirin."

Xemgîn da zanîn ku klîb bi dawî bûye û di montajê de ye, her wiha tê payîn ku di hefteya bê de li kanalên televîzyon û tevnên civakî bê nîşandan.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/qexYzdY0GG4" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>