Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 63 kesên din bi koronayê ketin

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku di nava 24 saetên dawiyê de ji ber nexweşiya koronayê du kesan jiyana xwe ji dest daye û 63 kesên din jî pê ketine.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 63 kesên din bi koronayê ketin
16 îlon, 2020   08:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku her du kesên ku jiyana xwe ji dest daye ji Dêrikê ne û yek jin e, yek jî mêr e. Her wiha hevserokê Desteyê Ciwan Mistefa destnîşan kir ku kesên bi nexweşiyê ketine, 33 jin in û 30 jî mêr in.

Kesên ku bi koronayê ketine ji van herêman in:

Hesekê: 6
Qamişlo: 8
Dêrik: 12
Amûdê: 6
Dirbêsiyê: 5
Çilaxa: 2
Rimêlan: 1
Reqa: 12
Dêrezor: 8
Kobanê: 2  
Tebqa: 1  

Her wiha Ciwan diyar kir ku 18 kesên ku bi koronayê ketibûn, baş bûne.

Heta niha 966 kes li Bakur û Rojhliatê Sûriyê bi koronayê ketine, ji wan 48 kesan jiyana xwe ji dest daye û 309 kes jî baş bûne.

(oh)

ANHA