Herêma Kesk a Bexdayê bi moşekan hate hedefgirtin

Çavkaniyeke ewlekariyê ya Iraqê da zanîn ku îro Herêma Kesk a Bexdayê bi moşekan hat hedefgirtin.

Herêma Kesk a Bexdayê bi moşekan hate hedefgirtin
15 îlon, 2020   07:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Sky Newsê ku şaneya ragihandinê ya ewlekariyê diyar kir ku Herêma Kesk saet di 01:00’an de rastî êrişa moşekên katyûşa hat.

Her wiha di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku moşek ji aliyê sîstema "Sîram" a parastinê ya girêdayî balyozxaneya Amerîkayê ve hatin bêbandorkirin.

Li gorî daxuyaniyê, tu ziyan çênebûne û ew her du moşek ji aliyê herêma Elî El-Salih a Bexdayê ve hatine avêtin.

(oh)