Şehên Mihemed: Serhildana gel a li dijî gendeliyê venamire

Hevseroka Tevgera Azad ya bajarê Silêmanî Şehên Mihemed got: "PDK hewl dide rola jinan di civakê de tune bike. Ji ber siyasetên PDK'ê gel li dijî îxanet û gendeliyê rabû."

Şehên Mihemed: Serhildana gel a li dijî gendeliyê venamire
15 îlon, 2020   06:34
NAVENDA NÛÇEYAN – ŞERVÎN MUSTEFA

Binpêkirinên hikumeta Herêma Başûrê Kurdistanê li dijî jinan zêde bûn. Gelek jinên ku beşdarî meşên li dijî gendelî û hebûna dewleta Tirk a dagirker bibûn, girtin.

Li dijî endamên Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê, Rêxistina Jinên Kurdistanê ya Azad, rojnamevan, mamoste, çalakvan û parêzvanên mafên mirovan operasyonên girtinê pêk anîn.

Endama Tevgera Jinên Kurdistanê Semîra Kerîm ku di 6'ê Tebaxê de hate girtin, piştre çalakvana ciwan Buhar hate girtin.

''PDK'Ê ROLA JINÊ DI CIVAKÊ DE ÎNKAR DIKE'

Hevseroka Tevgera Civaka Azadiya Kurdistanê ya bajarê Silêmaniyê Şehên Mihemed axivî û îşaret bi têkoşîna jin û rola wê di rêvebirina civakê de kir û got: "Jin roleke sereke di rêvebirina têkoşîna gel de dilîze. Her wiha rola wê di rêvebirina civaka siyasî û demokratîk de heye. Lê partiya serwer a Başûr hewl dide bi hemû rêbazan rola wê di civakê de înkar bike û bi nêrîneke kêm nêzî wê dibe."

Şehên Mihemed bal kişand ser jinên ji aliyê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ve hatine girtin û diyar kir: "Jinên ku ji bo avakirina civakeke azad û demokratîk têdikoşin û banga mafên xwe yên rewa di rêvebirina civakê dikin û azadiya xwe diparêzin ji PDK'ê re bûne cihê fikaran. Ji ber vê PDK siyasetên zext û bêdengkirinê li dijî wan dimeşîne. Her çiqas ku dengê azadiyê bilind dibe, tirsa di nava PDK'ê de zêde dibe. Ji ber ku azadiya jinan wekî xeteriyekê li ser siyasetê xwe dibîne."

'SERHILDAN WÊ VENEMIRE'

Têkildarî bilindbûna asta hevdefkirina hemû beşên civakî Şehên nêrînên xwe derbirîn û weha got: “Ev ne tiştekî nû ye. Hikumeta başûr her tim çalakvan, rojnamevan û hiqûqnas digire û dawî li jiyana wan tîne. Lê cûdabûna vê carê serhildana gel a li hemberî gendelî û îxanetê ye ku venamire."

Şehên di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku parçebûn û rewşa nijadperestî ya li başûr bandoreke mezin li kesayeta jinê kir û hişt ku jin jî di rewşeke parçebûnê de bijî ku di encamê di daxwaza mafên xwe yên rewa û azadiya xwe û naskirina dîroka xwe û rola di civakî de nezan bû.

Şehên got: "Heta niha jin li Başûr xwedî nêrîn, fikreke hevbeş ji bo mafên jinan û parastina nasnameya ya jinanî nîne, hin bêdeng û dûrî jiyana siyasî û rêveberî hatine hiştin."

Şehên Mihemed destnîşan kir ku her çiqas ku PDK tengav dibe û li pêşberî astengiyan dimîne diçe civakê tengav dike, kesayeta jinê bi "şerefa civakî" ve girêdide, ji ber ku hesasiyeta rola jinê di civakê de baş dizane.

'HIKUMETA BAŞÛR BI TIRKIYÊ RE LI HEV DIKE JI BO BERJEWENDIYÊN XWE BIPARÊZE'

Hevseroka Tevgera Azadî ya bajarê Silêmanî Şehên Mihemed di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser têkiliyên PDK û dewleta Tirk, bi taybet ên aborî û wiha pê de çû: "Desthilata Başûrê Kurdistanê ji bo parastina berjewendiyên xwe yên partiyetî û madî tevdigere, peymanên aborî û madî yên veşartî bi dewleta Tirk re îmze dike. Mînaka vê peymana petrolê ye. Rola PDK'ê ya li başûrê Kurdistanê tenê qezeciyên aborî ji bo xizmeta xwe bigire, ku Tirkiyê ji van peymanan sûdê digire da ku berhemên Başûrê Kurdistanê talan bike."

Hikumeta Başûrê Kurdistanê, gelek peyman bi Tirkiyê re îmze kirin. Çavdêr dibêjin, ev peyman ji bo berjewendiyên Enqere li ser herêma Kurdistanê ye. Şehên got: "Ev peyman dikeve xana derbekirina destkeftî û berhemên gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve."

Şehên axaftina xwe wiha domand: "Asoyên derbarê lihevkirinên di navbera PDK û deweletên din teng in. PDK niha ji bilî bi Tirkiyê re nikare peyman û şirîkatiyê bi hêzên din ên Kurdistanê û cîhanê re pêk bîne. Ji ber ku PDK dibîne ku tenê bi rêya lihevkirinên bi Tirkiyê re dikare berjewendiyên xwe yên madî biparêze."

'HEVDÎTINA NÊÇÎRVAN BARZANÎ Û ERDOGAN JI BO GIRTINA TALÎMATAN BÛ'

Girêdayî mijara hevdîtina dawî ya Serokê Hikumeta Başûrê Kurdistanê û Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ku di destpêka Îlonê de pêk hatibû, Şehên got: "Ev hevdîtin ne nû ye, di esasê xwe de PDK planên Tirkiyê li Başûr pêk tîne. Ev serdana mîna wergirtina talîmatan derbarê çawaniya tevgera PDK'ê ye."

Şehên Mihemed rewşa Başûrê Kurdistanê bi wan gotinan nirxand "Li başûr siyaseta hikum malbatî û eşîrtî ye, stratejiya lihevanîna nîştimanî û rêbazên peydakirina çareseriyên stratejîk ji bo welat nînin. Ji ber ku di bingeha avakirinê de li ser esasê berjewendiyên kesayetî û partiyetî hatiye avakirin û partî û hêzên din hatin înkarkirin. Kar li gorî ferzkiriya siyaseta wê dimeşe. PDK li hemberî hêz û aliyên ku hewl didin ji bo berjewendî û mafên gel kar bikin disekine. Ji bilî vê bêdengkirinê li civakê ferz dike. Kesên ku ji bêdengiya xwe derkevin jiyana wan tê tunekirin. Li Başûr du şepêlên siyasî hene, yek demokrasî nîştimanî ye û ya din dîktatorî li ser esasê îxanetê ye. Ya dawî ji aliyê hêzên hegemon ên herêmî û cîhanê ve tê birêveberin û li gorî berjewendiyan tê tevgerkirin û ya yekem jî li gorî hêzên demokratîk, rêxistinên mafên mirovan û mafên jinan tevdigere.”

'HIKUMETA BAŞÛR XIZMETA AJNÎDEYÊN DERVE YÊN LI DIJÎ YEKITIYA KURDÎ DIKE'

Şehên Mihemed destnîşan kir ku êrişên hêzên herêmî û navdewletî yên li dijî yekitiya gelê Kurd bandora xwe li ser siyaseta hikumeta Başûrê Kurdistnê zelal e, ev siyaset û mudaxeleyên derve bandorekê li pêkanîna yekitiya netewî dike û kurdan ji hev parçe dike, her wiha rêveçûna pêkanîna yekitiya netewî dereng dike.

Hevseroka Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê ya Silêmanî Şehên Mihemed di dawiya axaftina xwe de got: "Ya ku divê were kirin, xeta netewbûn û demokrasiyê û azadiya jinê werin parastin. Da ku yekitiya netewî ya hêzên kurdî bê avakirin. Divê pirsgirêk û dozên navxweyî wekî bangeka netewî ya têkoşînê were veguhestin da ku çareserî jê re werin dîtin. Lê di serî de divê xeta îxaneta netewî were tunekirin."

ANHA