Rojnameyên erebî: Li herêmên hikumeta Şamê qeyraneke aborî heye

Rojnameyên erebî vê sibê behsa aloziya aborî li herêmên hikumeta Şamê, aloziya Lubnanê û nakokiya rojavayî-tirkî li rojhilatê Deryaya Spî kir.

Rojnameyên erebî: Li herêmên hikumeta Şamê qeyraneke aborî heye
15 îlon, 2020   07:21
NAVENDA NÛÇEYAN

ŞERQ EL-EWSAT: LI PÊŞ BENZÎXANEYAN KARWANÊN EREBEYAN BI SEDEMA ALOZIYA SOTEMENIYÊ

Girêdayî mijarê, rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsî: "Sekna karwanên dirêj ji erebe û alavan li pêş benzînxaneyan nîşaneya kûrahiya aloziya aborî li Sûriyê bi destpêkirina sala nû ya xwendinê ye. Bi sedema zêdebûna aloziya dabînkirina nan û benzînê bi buhayê piştevan a hikumetê, debara jiyanê ya dijwar, paşdeketina kirîna şêniyan û buhayê zêde, li Sûriyê qeyraneke aborî heye.

Di rojên borî de alozî zêdetir bû. Her wiha aloziya dabînkirina nan bi buhaya piştevan a hikumetê (her 8 nan bi 50 lîreyên Sûriyê) heye. Her wiha gelek firne bi sedema kêmbûna ard hatin girtin.

Li gel zêdebûna aloziya dabînkirina nan, aloziya dabînkirina benzînê jî heye. Her wiha li pêş benzînxaneyan karwanên erebeyan ên dirêj hene. Hin sûrî li ser 6 aloziyan diaxivin; nan, benzîn, gaz, kehrebe, av û derman.”

EL-BEYAN: LUBNAN; DEMDAYÎNA MACRON ÎRO BI DAWÎ DIBE Û TU HIKUMET NEHAT AVAKIRIN

Girêdayî Lubnanê rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: "Serokê hikumetê yê erkdar Mistefa Edîb duh serokê Lubnanê Mîşêl Ewn xiste hewaya dan û standina avakirina hikumetê. Lê îro dema ku serokê Fransayê Emmanul Macron ji çîna siyasî re daniye ku hikumetê ava bike, bi dawî dibe."

EL-EREB: PIŞTEVANIYA WASHINGTONÊ JI ATÎNAYÊ RE NAKOKIYA LI ROJHILATÊ DERYAYA SPÎ RAWESTAND

Têkildarî nakokiya rojavayî-tirkî li rojhilatê Deryaya Spî rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Piştî Enqereyê gelek caran şerê leşkerî li hember Yewnanistanê nîşan da, Amerîka neçar ma ku destwerdanê bike, wê jî hişt dewleta Tirk siyasetên xwe yê gur li rojhilatê Deryaya Spî bi paş de bikişîne û nakokiyê bi awayekî aştiyane bi cîranê xwe re çareser bike."

fr