Şandeyeke Wezareta Karên Derve ya DYA’yê beşdarî panela MSD’ê bû

Vê sibê li bajarê Hesekê MSD`ê bi dirûşma "Ji bo şêniyên Cizîrê û Firatê ber bi kongreyeke neteweyî ve" panelek li dar xist. Şandeyek ji Wezareta Karên Derve ya DYA’yê bi armanca şopandinê, beşdarî panelê bû.

Şandeyeke Wezareta Karên Derve ya DYA’yê beşdarî panela MSD’ê bû
14 îlon, 2020   11:33
HESEKÊ

Di çarçoveya lidarxistina kongreyeke neteweyî ya giştî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de îro panela duyemîn a ku MSD`ê bi dirûşma “Ber bi kongreyeke neteweyî ve ji bo şêniyên Cizîr û Firatê” organîze kiriye, bi beşdariya 150 delegeyan li Hesekê dest pê kir.

Dema nîqaşkirina rojeva duyemîn şandeya Wezareta Karên Derve ya DYA’yê jî tev li panelê bû.

Şandeyê diyar kir ku DYA  hêvî dike ku rêveberiya siyasî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi awayekî aktîf beşdarî panelê bibe, li gel vê ji herêmê re jî hêvî kir ku ev rêveberî pêwîstiyên pêkhateyên xwe dabîn bike. Şandeyê da zanîn ku ew piştgiriya vê însiyatîfê dikin û bi guhdarkirina nîqaşên di panelê de kêfxweş in.

Panel bi nîqaşa rojeva duyemîn a îşaretê bi têkiliyên di navbera gelê li herêmê û rola wan di avakirina Rêveberiya Xweser û mekanîzmaya pêşxistina beşdariya ji Rêveberiya Xweser re dike, didome.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/hUzqRpflTSw" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>