Beşa duyemîn a panela MSD’ê: Pirrengiyê piştgirî da xebatên Rêveberiya Xweser

Beşdarên di panela diyalogê ya li Hesekê de li dar ketiye diyar kir ku qurbaniyên gelên herêmê di pêşdeçûna Rêveberiya Xweser û sekna li hember DAIŞ’ê, gelek dewlet li hemberî vê yekê mat man. Her wiha piştrast kir ku pirrengiya pêkhateyan tevî kêmasiyan piştgirî da xebata Rêveberiya Xweser.

Beşa duyemîn a panela MSD’ê: Pirrengiyê piştgirî da xebatên Rêveberiya Xweser
14 îlon, 2020   12:10
HESEKÊ

Panela diyalogê ya duyemîn a MSD’êbi dirûşma "Ber bi kongreyeke neteweyî ji şêniyên Cizîr û Firatê re" li bejarê Hesekê berdewam e.

Bi destpêka beşa duyemîn a panelê re, şandeya ji Wezareta Karên Derve ya DYA’yê amade bû ku rêveçûna panelê, nîqaşên li ser rêbazên çareseriya aloziya Sûriyê pêk tên, bişopîne.

Beşdaran di beşa duyemîn de mijara "têkiliyên dîrokî yên gelên herêmê û rola wê di avakirina Rêveberiya Xweser û mekanîzmaya pêşdeçûna Rêveberiya Xweser de" nîqaş kir. Her wiha bi navê Rêveberiya Xweser Luqman Ehmê, hevseroka Meclisa Kantona Hesekê Semer Abdullah û hevserokê Partiya Yekitiya Suryan Senherîb Bersûm xala duyemîn a panelê bi rê ve bir.

Luqman Ehmê diyar kir ku bi fermandariya QSD’ê û alîkariya Koalîsyona Navneteweyî rêxistina terorîst DAIŞ hat têkbirin, Kobanê ji DAIŞ’ê hat rizgarkirin, bi wê re jî gelek dewlet li dijî DAIŞ’ê sekinîn.

Ehmê bal kişand ser ku bi rêya biratiya gelan, neteweya demokratîk û hevgirtina gelên herêmê ji tevahî pêkhateyan, şêniyên Bakurê Sûriyê gelek destkeftî li ser tevahî astan bi dest xistin û karîn bi ewle li nava pergala Rêveberiya Xweser a her sê herêman; Firat, Cizîrê û Kobanê bijîn.

Ehmê diyar kir ku tevahî destkeftiyên ku heta niha bi dest ketine û hê jî didomin, bi saya hêza rêveberiyê ku pişta xwe daye hêza xwe ye. Tevî derfetên kêm û tecrûbeya rêveberiyê ya hêsan di Rêveberiya Xweser de û kêmasiyên li herêmê yên ji ber tunebûna pisporiya birêvebirina herêmê jî.

Ehmê da zanîn ku di nîqaşên xala duyemîn de hat eşkerekirin ku dive rola sûriyan a pêşeng di dîtina çareseriyê ji aloziya Sûriyê re hebe.

Li aliyekî din beşdaran destnîşan kir ku kêmasiyên ku derketine, di encama kêmasiya zanabûna şêniyên herêmê û partiyên siyasî yên ku civak bi rê ve dibirin.

Beşdaran got tevî nakokiyên qewmî, lê têkiliyên çandî di navbera gelên li herêmê de xurt e û tê de civakîbûn serdest e. Pirrengiya civakî tu carî li pêş pêşdeçûna Rêveberiya Xweser nebû kelem û asteng. Lê berovajî wê bû sedema pêşdeçû û parastina ewlehî, aştiya herêmê û jiyana hevbeş di navbera tevahî pêkhateyan de.

Panel bi pêşkêşkirina pêşniyaran berdewam e.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/OlIc6VrHhec" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>