Şewata li Qamişloyê hate vemirandin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn û tîmên agirkujiyê şewata ku li dikaneke bazirganiyê ya li bajarê Qamişlo rû dabû, vemirand.

Şewata li Qamişloyê hate vemirandin
14 îlon, 2020   11:29
QAMIŞLO

Îro danê nîvro li dikaneke bazirganiyê ya li naverasta sûka Qamişloyê şewateke çêbû, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, tîmên agirkujî û tendursitiyê yekser berê xwe da cihê şewatê ku vemirînin.

Li gorî şahidan, şewat di encama çirûskeke kehrebeyê de çêbûye. Bi wê re jî zirarên madî li dikana şiranî ya Oskar çêbû, bêhna hin sivîlan ji ber dûxanê teng bû, lê tîmên tenduristiyê destwerdana destpêkê ji wan re pêk anî.

(fr)

ANHA