Îlham Ehmed: Guhartina di desteya diyalogan de dibe ku guhartinê di aloziya Sûriyê de jî çêke

Îlham Ehmed di beşa yekemîn a panela MSD’ê de eşkere kir ku sedema binketina tevahiya kongreyan tunebûna hêzên demokratîk bû û got "Bi avakirina desteya dan û standinan dibe ku guhartin çêbe û bi wê guhartinê re dibe ku guhartin di aloziya Sûriyê û rêyên çareseriya wê de jî çêbin."

Îlham Ehmed: Guhartina di desteya diyalogan de dibe ku guhartinê di aloziya Sûriyê de jî çêke
Îlham Ehmed: Guhartina di desteya diyalogan de dibe ku guhartinê di aloziya Sûriyê de jî çêke
Îlham Ehmed: Guhartina di desteya diyalogan de dibe ku guhartinê di aloziya Sûriyê de jî çêke
Îlham Ehmed: Guhartina di desteya diyalogan de dibe ku guhartinê di aloziya Sûriyê de jî çêke
Îlham Ehmed: Guhartina di desteya diyalogan de dibe ku guhartinê di aloziya Sûriyê de jî çêke
14 îlon, 2020   10:26
HESEKÊ

Di çarçoveya lidarxistina kongreyeke neteweyî ya giştî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de îro panela duyemîn a ku MSD`ê bi dirûşma `Ber bi kongreyeke neteweyî ve ji bo şêniyên Cizîr û Firatê` bi beşdariya 150 delegeyên siyasî, eşîr, civakî, çandî ji bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, kesayetên muxalif û serbixwe, seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed, cîgirê seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Hikmet Hebîb ku beşdarî îmzekirina peymana li Moskovayê bûbûn, didome.

Piştî axaftina endamê Meclisa Serokatiya MSD`ê Xelef Dahûd, seroka Desteya Rêveber a MSD`ê Îlham Ehmed beşa yekemîn a panelê ya girêdayî `Diyaloga sûrî–sûrî, diyaloga bi opozîsyonê re, hikumeta Şamê re, diyaloga Kurdî-Kurdî û bandorên wan li ser çareseriya siyasî ye`, gotubêj kir.

Îlham Ehmed di destpêka axaftina xwe de da zanîn ku bi rêya panelê hewl didin bigihêjin nuqteyên hevbeş ji bo çareseriya siyasî ya Sûriyê û daxwaza wan ji Sûriya pêşerojê  çi ye.

Îlham Ehmed bal kişand ser ku wan wek aliyekî demokrat bi rêbazên aştiyane hewl da bigihêjin sîstemeke demokratîk û di vê derbarê de bi hikumeta Şamê re yan jî bi aliyên opozîsyonê yên din re diyalog hebûn. Niha jî diyaloga kurdî-kurdî taybet bi Kurdan re ku beşeke bingehîn ji gelê Sûriyê ye, li dar dikeve.

Îlham Ehmed diyar kir ku têkildarî aloziya Sûriyê gelek kongre hatin lidarketin ji wan kongreya Cinêvê û wiha axaftina xwe domand: "Aliyên beşdar bûbûn rejîm û opozîsyon bûn a ku ji aliyê civaka navneteweyî ve hatin itîrafkirin. Sal li ser koçberî, birçîkirin û binpêkirinên din re derbas bûn, lê heta niha tu encam ji van kongreyên derneketin. Ji ber ku hêz û dewletên sereke yên ku bandor li aloziyê dikin mîna Amerîka, Rûsya, Tirkiyê û Îranê beşdarî van kongreyan bûn. Gelek alî dibêjin ku xitimandineke siyasî li Cinevê heye. Civaka navneteweyî nikare her du aliyan îqna bike ku li ser masayeke diyalogê rûnin.”

Îlham Ehmed destnîşan kir ku avakirina komîteya destûrê salek dem xwar heta ku ava bû, ew jî ji ber ku aliyên binakok li ser avakirin û beşdariya komîteyan li hev nekirin ku xebata komîteya destûrê bi rê ve biçe. Îlham Ehmed wiha domand: “Dibe ku di avakirina desteya dan û standinan de hinek guhertin çêbin. Bi guhertina wê re dibe ku guhertinek di aloziya Sûriyê û rêbazên çaresekirina wê de çêbe. Bi şerta ku hemû çînên civaka Srûiyê vehewîne. Ji ber ku israra li ser dûrxistinê dê aloziyê çareser neke.”

Her wiha Îlham Ehmed da zanîn ku wan bi hikumeta Şamê re gelek diyalog çêkirin, ji ber ku di Cinevê de ne alî ne û wesîqeya rêgezan pêşkêş kirine da ku li gorî wê bixebitin û wiha pê de çû: “Gelek civîn li dar ketin, lê bê encam man. Sedem jî rejîm heta niha li aloziyê weke ku qonaxeke demkî ye dinêre û hewl dide demê bi dest bixe. Her wiha hêvî dike ku Sûriye vegere beriya 2011`an. Ew wêraniya ku bi welêt hatî û nîvê niştecihên Sûriyê li derveyî welêt koçber bûne nabîne.”

'EM BANGA NENAVENDÎBÛNÊ DIKIN'

Îlham Ehmed wiha pê de çû: “Em banga nenavendîbûnê dikin; di nav de nenavendiya rêveberî û siyasî. Lê nêzîkbûna ji vê mijarê ne stratejîk e, ji ber wê di çarçoveyekê de dimîne û radiweste. Mudaxeleyên derve bandorê li van civînan dikin, bi taybet dewleta Tirk, Îran, Rûsya û Amerîkayê. Me bang li garantorê Rûsya kir ku serokê Sûriyê Beşar Esed daxuyaniyekê girêdayî wan hevdîtinan bide. Serokê Sûriyê Kurdan bi penaber wesifand û got wan, ew pêşwazî kirine. mîna van daxuyaniyan tevahiya hevdîtinên çêbûne li erdê xist. Lewra diyalog bi hikumeta Şamê re gelek dijwar e. Ruxmî ku em amade ne tevahiya xalên mîna perwerde û aborî nîqaş bikin. Ruxmî wê jî deriyê me vekiriye, ji ber ku em dixwazin çareserkirina aloziya Sûriyê ji hundir de be.”

Têkildarî diyaloga kurdî-kurdî Îlham Ehmed wiha eşkere kir: "Dîmeneke şaş û berovajî girêdayî wan diyalogan hate dayîn. Gelek aliyan ew bi parçebûnê û dewleteke Kurd wesifand. Em ji van diyalogan dixwazin ku Encûmena Niştîmanî ya Kurd jî beşdarî Rêveberiya Xweser bibe mîna pêkhateyên herêmê. Diyaloga Kurdî jî gavek ber bi diyaloga bakurê Sûriyê ve ye. Ev gav dê xizmeta diyaloga sûrî-sûrî bike. Heke armanca me parçekirina Sûriyê bûya, ev yek wê me ragihandina, lê em vê yekê naxwazin."

Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk Îlham Ehmed axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Qonaxa heyî demkî ye û gelek guhertin hene. Ruxmî şaştiyên takakesî me aştiya navxweyî parast. Me hewl da herêmê ji nakokiyên hundirîn xilas bikin. Ev civîn jî cureyek ji gihaştina lihevkirinan e. Em dixwazin pêşniyar û nêrînan bigirin ku sûd li hevdîtinên bi hikumeta Şamê re bike. Kêmasiyan derbas bikin û nêrînên girêdayî diyaloga Sûriyê ya giştî bigirin.”

Tê payîn ku xala duyemîn a panelê "Têkiliyên dîrokî yên gelên herêmê û rola wan di avakirina Rêveberiya Xweser de, mekanîzmaya pêşxistina wê di Rêveberiya Xweser de" piştî navberê were nîqaşkirin.

(eh-şx)

ANHA