Li Başûr pêngava ‘Em dagirkeriyê têk bibin’ dest pê dike

Li Başûrê Kurdistanê bi pêşengiya Eniya Demokratîk a Gel dê pêngavek li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê dest pê bike. Tê payîn ku sibê pêngav were ragihandin.

Li Başûr pêngava ‘Em dagirkeriyê têk bibin’ dest pê dike
14 îlon, 2020   10:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Eniya Demokratîk a Gel ku ji komek rewşenbîr, rêxistinên civaka sivîl û aliyên siyasî pêk tê, li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker dê pêngavekê bide destpêkirin.

Tê payîn sibe saet di 17:00’an de li bajarê Silêmaniyê bi dirûşmeya ‘Em dagirkeriyê têk bibin’ pêngav were ragihandin.

Yek ji amadekarê pêngavê nivîskar Hesen Cûdî li ser vê mijarê ji Rojnews re axivî. Cûdî got: “Ev pêngav hem li hemberî dagirkeriya dewleta Tirke, hem jî hemberî êriş û metirsiyên li ser destkeftiyên gelê meyê Başûrê Kurdistanê ye. Me ji bo kar û çalakiyên pêngavê nexşerêyek amadekiriye. Li gorî vê çi çalakiyên boykot be, çi jî çalakiyên giştî be, wê dijî dagirkeriya dewleta Tirk pêk werin.”

Hesen Cûdî bang li rewşenbîr, jin, ciwan û hemû pêkhateyan kir ku bi erka xwe ya welatparêziyê rabin, li dijî dagirkerî û metirsiyên li ser destkeftiyên Başûrê Kurdistanê rawestin.