Li Minbicê ewlehî bû sedema geşbûna avahîsaziyê

Piştî derbasbûna 4 salan di ser rizgarkirina bajarê Minbicê re ji çeteyên DAIŞ`ê, di vê dawiyê de avahîsazî li bajêr geş dibe. Gelek kes sedemên wê vedigerînin ewlehî û aramiya ku li bajêr peyda bûye.

Li Minbicê ewlehî bû sedema geşbûna avahîsaziyê
Li Minbicê ewlehî bû sedema geşbûna avahîsaziyê
Li Minbicê ewlehî bû sedema geşbûna avahîsaziyê
Li Minbicê ewlehî bû sedema geşbûna avahîsaziyê
Li Minbicê ewlehî bû sedema geşbûna avahîsaziyê
Li Minbicê ewlehî bû sedema geşbûna avahîsaziyê
15 îlon, 2020   07:16
MINBIC-SELWA ÎBRAHÎM

Li bajarê Minbicê ji destpêka havînê ve tevgera avahîsazî bi awayekî mezin geş dibe. Ji ber ku gelek hêmanên vî warî li bajêr peyda dibin. Piştî ku bajar di Tebaxa 2016`an de ji DAIŞ`ê rizgar bû, li bajêr aramiyek peyda bû.

Ruxmî hewldanên gelek aliyan ji bo têkbirina vê ewlehiyê bi rêya avakirina toreyên îstixbaratê ku tevliheviyê li bajêr belav bike, bûyerên kuştinê û teqînan pêk bîne, lê Rêveberiya Sivîl, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Meclisa Leşkerî ya Minbicê li hemberî van hewldanan sekinîn û di piraniya caran de nehiştin ew alî bigihêjin armancên xwe.

Minbic piştî rizgarkirinê êdî bû meqseda koçberên ku ji şerê li herêmên din rû didin. Tê de koçberên ji herêmên ku dewleta Tirk dagir kirine, Idlibê û herêmên din ên Sûriyê yên di bin kontrola hikumetê de dimînin.

Şêniyên bajêr diyar kir ku sedem vê yekê vedigere peydabûna ewlehiyê û madeyên avakirinê ruxmî ku buhayên wê ji ber daketina nirxa lîreya Sûriyê li beramberî diravên biyanî, biha bûn.

Buhaya torbeyeke çîmento digihêje 10 hezar lîreyên Sûriyê û buhayê tona hesin milyonek û 200 hezar lîreyên Sûriyê ye.

Hevserokê Şaredariya Gel a Minbic û Gundewarên Wê Qasim Ebûd da zanîn, ji ber peydabûna ewlehî li bajêr, warê avahîsazî li bajêr geş bûye. Ebûd destnîşan kir ku şaredarî di çar salên piştî rizgarkirinê de gelek hêsanbûn pêşkêş kir û got ji 2017`an ve û heta Îlona îsal, zêdetirî 2 hezar ruxsetên avakirinê dane.

Her wiha Ebûd piştrast kir ku Şaredariya Gel hewl dide piştevaniya şêniyan bike û got: “Pereyên ji bo girtina ruxsetê têne girtin, sembolîk in.”

BIHABÛN Û PEYDABÛNA DERFETÊN KAR

Ev tevgera li bajarê Minbicê gelek derfetên kar ji şêniyên bajêr, gundewar û koçberan re peyda kirin. Destheqa rojane ya karkeran di navbera 5 hezar û 8 hezar lîreyên Sûriyê de ye.

Têkildarî mijarê şêniyê bi navê Mihemed Ehmed ê bajêr got: “Tevgera avahîsazî li bajêr gelek çalak e, bi taybet di vê dawiyê de. Li gel ewlehiya heyî, madeyên avakirinê mîna hesin û çîmento li bajêr peyda dibin.”

Ehmed îşaret pê kir ku madeyên avakirinê biha ne, ji ber ku nirxên wê bi dolar ve girêdayî ye ji ber wê destheq jî biha ye.

(şx)

ANHA