Ji ber xerckirina vala ya avê şêniyên gundên Sirînê bê av in

Şêniyên gelek gundên navçeya Sirînê ya herêma Firatê, ji ber pirsgirêka kêmbûna avê, azaran dikişînin. Lê ji ber xerckirina avê ya bêpergal, av negihêje wan û neçar dimînin avê ji bîran bibin.

Ji ber xerckirina vala ya avê şêniyên gundên Sirînê bê av in
14 îlon, 2020   09:31
EYN ÎSA

Ruxmî ku toreyên avê li gundên Dîkan, Mirba, beşek ji başûrê Sirînê û Qiroşan ku li dora navçeya Sirînê ne û li başûrê kantona Kobanê hene, lê şêniyên wê ji ber kêmbûna avê bi gazinc in.Av bi rêya wan toreyan negihêje şêniyan. Ji lew re neçar dimînin ku avê ji sahrîcan bikirin. Ji ber ku ava bîrên herêmê nayê vexwarin, tenê pêdiviyên din pê tên derbaskirin mîna avdan û paqijî.

Endamê Rêveberiya Saziya Avê ya Sirînê Mihemed Xêr Dirxam got: “Du sedemên vê pirsgirêkê hene. Ya yekê, xeta avê ya ku avê digihîne wan gundan, di hundirê navçeyê re derbas dibe û tê binpêkirin. Sedema din jî şênî avê vala vala dirijînin. Her malek ji wan gundan bistaneke mezin ji sebzeyan çandiye û bi rêya ava toreyê av didin.”

Dirxam bal kişand ser ku rêjeya avê ku bê pergal tê xerckirin, digihêje ji sedî 70. Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê divê saziyên têkildar ên Rêveberiya Xweser mekanîzmeya toreyên avê bişopînin, rê li pêşiya binpêkirin û xerckirina zêde ya avê bigirin.

Her wiha ji şêniyan jî tê xwestin ku girîngiyê bidin xerckirina avê ya zêde ku di sedemê de nikarin ava vexwarinê bi dest bixin.

Mihemed Ubêd ê ji gundê Qiroşan diyar kir ku ava vexwarinê li gund kêm e. Her wiha bal kişand ser ku ev pirsgirêk ne ji nişka ve derketiye, lê hîna di dema serweriya hikumeta Şamê de hebû. Ubêd destnîşan kir ku şêniyên gundewaran dema av kêm bibe, avê ji bîran peyda dikin. Lê ava van bîran nayê vexwarin û ava vexwarinê ji sahrîcan dikirin.

Girêdayî heman mijarê Seida Elî got: “Em tu sûdê ji henefiyên avê û amûrên pîvanê (edad) nagirin. Em ava vexwarinê ji navçeyê tînin û pêdiviyên din bi ava bîran diqedînin.”

Her du şêniyan Seida û Mihemed Ubêd bang li aliyên têkildar kir ku ava vexwarinê ji wan re peyda bikin, ji ber ku êdî ji kirîna avê ya ku her bermîleke wê bi hezar lîreya Sûriyê, aciz bûne.

Mihemed Xêr Dirxam diyar kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkê saziyê ji aliyên têkildar re du proje pêşkêş kirine; bicihkirina sondoqek komî (zêdetirî edadek) ji bo ku neyê dizîn. Projeya din danîna xeteke avê ya yekser bi dirêjahiya 3 hezar û 500 metreyan ku di navçeyê re derbas nebe û avê yekser bigihîne wan gundan. Dirxam piştrast kir ku heta niha wan tu bersîv girêdayî pêşniyarên wan negirtine.

Şêniyên Sirînê, avê ji stasyona Melhe peyda dikin ku di her saetekê de 300 metrekabik avê dide şêniyên navçeyê û gundên girêdayî wê anku bi rêjeya hezar û 500 bermîl av.

Şêniyên gundên navborî li bendê ne ku Rêveberiya Xweser pêngavan biavêje ku pirsgirêka avê çareser bike û şênî dev ji rijandina avê ya zêde berdin.

(şx)

ANHA