​​​​​​​Panela duyemîn a MSD`ê dest pê kir

Bi armanca berfirehkirina Rêveberiya Xweser û pêşxistina rêveberiyê, îro bi beşdariya pêkhateyên Hesekê û navçeyên wê MSD panela xwe ya duyemîn li dar dixe.

​​​​​​​Panela duyemîn a MSD`ê dest pê kir
​​​​​​​Panela duyemîn a MSD`ê dest pê kir
​​​​​​​Panela duyemîn a MSD`ê dest pê kir
​​​​​​​Panela duyemîn a MSD`ê dest pê kir
​​​​​​​Panela duyemîn a MSD`ê dest pê kir
14 îlon, 2020   08:43
HESEKÊ

Di çarçoveya lidarxistina kongreyeke neteweyî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê de îro MSD`ê bi dirûşma "Ber bi kongreyeke neteweyî ve ji bo şêniyên Cizîr û Firatê" û bi beşdariya 150 delegeyên siyasî, eşîr, civak, çandên ji bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, kesayetên muxalif û serbixwe, seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk Îlham Ehmed, cîgirê seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk Hikmet Hebîb ku beşdarî îmzekirina peymana li Moskovê bûbûn, li dar dikeve. Panel li Hola Teyfûr a bajarê Hesekê bi rê ve diçe.

Endamê Meclisa Serokatiya MSD`ê Xelef Dahûd axaftina destpêkê kir û destnîşan kir ku tevî ku deh sal di ser aloziya Sûriyê re derbas bûn û geşedanên li herêmê, lê belê însiyatîfên çareserkirina vê aloziyê derneketin hole, berevajî vê gelek aloziyên kûr ji civakê re derxistin.

Xelef Dahûd got Rêveberiya Xweser û MSD`ê û bi beşdariya tevaya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwe spartine têgehên neteweya demokratîk, biratiya gelan û bi cih anîn.

Dahûd diyar kir ku ew dijî projeyên parçekirinê ne, ji bo Sûriyê hewl didin çareseriyê siyasî bibînin û her kesî bigire nav xwe û tu kesî paşguh neke, balê dikişînin ser parastina ewlehiya civakê û aramiya wê.

Xelef Dahûd îşaret pê kir ku hevdîtina wan ji bo pêşxistina rêveberiyê û lêgerîna li rêbazên beşdariya rastîn e û wiha pê de çû: "Ji bo pêşeroja zarokên xwe em dikarin berdêlan bidin û ew ê rojek were û pê serbilind in ku pêşiyên wan ji bo pêşeroja wan tiştên herî giranbuha kirine."

Di panela îro de, dê 3 xal werin nîqaşkirin; têkiliyên dîrokî yên gelên herêmê, rola wan di avakirina pêşeroja gelê Sûriyê û rola pêkhateyên Sûriyê di garantiya van têkiliyan de.

Rojeva duyemîn jî dê behsa diyalogên Sûrî-Sûrî, diyaloga bi muxalefetê re, diyaloga bi hikumeta Şamê re û diyaloga Kurdî-Kurdî û bandora wan di çareseriya siyasî de bike.

Rojeva sêyem jî dê balê bikişîne ser Rêveberiya Xweser û mekanîzmaya kar û xebata saziyan û mekanîzmaya pêşxistina beşdariya ji Rêveberiya Xweser re.

eh

ANHA