‘Îran plan dike balyozeke Amerîkayê suîqast bike’

Hin raporên îstixbarata Amerîkayê eşkere kir ku Îran plan dike balyoza DYA`yê ya başûrê Afrîkayê Lana Marks suîqast bike, wek bersivekê ji bo kuştina fermandarê îranî Qasim Suleymanî.

‘Îran plan dike balyozeke Amerîkayê suîqast bike’
14 îlon, 2020   09:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî maplera Politico ya Amerîkayê ku agahiyên xwe dispêre rayedarekî agahdar ji hikumetê û rayedarekî din, rejîma Îranê ji biharê ve plan dike ku Lana Marks suîqast bike.

Rayedarên Amerîkayê diyar kir ku agahiyên wan girêdayî gefeke giştî li dijî balyozê hebû, lê ev agahî di çend hefteyên dawîn de piştrast bûn.

Berpirsekî hikumeta Amerîkayê destnîşan kir ku destê balyozxaneya Îranê ya li Prîtoryayê di vê komployê de heye.

Lana Mark (66) di Cotmeha borî de bû balyoza DYA`yê li başûrê Afrîkayê. Malperê diyar kir ku îstixbarat hîna ji sedema hedefgirtina Lana Marks ne piştrast in. Li aliyekî din rayedarekî Amerîkayê got îhtîmal heye ku ji ber dostaniya wê bi Trump re be.

(şx)