Nûnerê Rêveberiya Xweser ê Lubnanê: Hejmara welatiyên dixwazin vegerin zêde dibe

Nûnerê Rêveberiya Xweser ê Lubnanê Ebduselam Ehmed da zanîn ku hejmara welatiyên herêmê yên ku dixwazin ji Lubnanê derkevin û vegerin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde dibe. Di heman demê de aşkera kir ku ew wesayîtên veguhastinê ji wan re peyda dikin.

Nûnerê Rêveberiya Xweser ê Lubnanê: Hejmara welatiyên dixwazin vegerin zêde dibe
30 îlon, 2024   05:10
REQA

Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihandibû ku ew amade ye, sûriyeyiyên ji Lubnanê vedigerin li herêmên xwe pêşwazî bike. Nûnerê wê yê li Lubnanê Ebduselam Ehmed bi rêya telefonê ji ajansa me re axivî û got: "Hejmara kesên dixwazin vegerin zêde dibe."

Ehmed der barê tedbîrên ku nûnertiyê li Lubnanê girtine de wiha axivî: "Em navên wan qeyd dikin. Wesîleyên veguhastinê wan ber bi sînorê ve dibin peyda dikin. Heta niha datayeke zelal têkildarî hejmara kesên ji Lubnanê derketine li ber destê me nîn e. Ji ber ku hin kes piştî tomarkirinê, ji biryara derketinê paşve dikişin."

Ehmed têkildarî hejmara penaberên sûriyeyî yên li Lubnanê ev agahî parve kirin: "Heta niha tu datayên fermî û zelal têkildarî wan nîn e. Lê hin dibêjin nêzî 2 milyon penaber in."

Her wiha Ehmed destnîşan kir ku datayeke fermî yan jî zelal têkildarî hejmara welatiyên herêmê yên li Lubnanê dimînin jî li ber destê wan nîn e û sedemên wê wisa şîrove kirin: "Gelek ji wan derbasî Lubnanê dibin, ji bo ku biçin Ewropayê. Ji ber wê piştî em serjimariyê çêdikin, derdikeve holê ku gelek malbat çûne Ewropayê. Agahiyên li ber destê me vedigerin serjimariya ku sala 2019`an çêbûye û li gorî wê hejmara penaberan tenê 30 hezar e."

(şx)