16 berhem ji bo Mîhrîcana Osman Sebrî hatine nirxandin

Di Mîhrîcana Osman Sebrî ya Wêjeyê de 16 pirtûkên helbestan hatine nirxandin. Vê carê hem komîteya amadekar hem jî berhemên ku hatine, li ser asta Sûriye, Kurdistan û derveyî welat in.

16 berhem ji bo Mîhrîcana Osman Sebrî hatine nirxandin
3 mijdar, 2023   09:16
QAMIŞLO
SÎMA BIROKÊ

Di 7`emîn Mîhrîcana Osman Sebrî ya Wêjeyê de îsal pêşbirk li ser helbestan e. Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê û Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her sal vê mîhrîcanê ji bo birêxistinkirina hevdîtina nivîskarên herêmê û pêşxistina berhemên wan, organîze dike.

Îsal mîhrîcan bi navê helbestvan û nivîskarê Kurd Melayê Cizîrî ye.

Ji destpêka Çileya 2023`yan ve komîteya amadekar dest bi girtina berheman (pirtûkên helbestan) kir, bi zimanên kurdî, erebî û suryanî berhem xwestibûn. Hejmara berhemên ku gihaştine destê komîteyê 16 e, ji wan 9 bi kurdî û 7 bi erebî ne. Berhem ên helbestvanên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Sûriye, Bakurê Kurdistanê û derveyî welat in.

Beriya 2 mehan ji lidarxistina mîhrîcanê komîteya nirxandina pêşbirkê hat avakirin. (3 kes ji bo kurdî û 3 kes ji bo erebî). Yekemîn car e ku komîteya nirxandinê ji kesayetên derveyî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tê. Endamên komîteya nirxandinê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Sûriyeyê û Kurdistanê ne.

Li gorî endama komîteya amadekar a 7`emîn Mîhrîcana Osman Sebrî ya Wêjeyê (Sala Melayê Cizîrî) Narîman Evdikê, kesên di komîteya nirxandinê de cih digirin, wêjevanên pispor in.

Amadekariyên xelatkirina 3 berhemên bi zimanê kurdî û 3 berhemên bi zimanê erebî tên kirin. Xelatên wan helbestvanan madî û çapkirina her şeş berhemanê wan e.

Mîhrîcana Osman Sebrî ya Wêjeyê li gorî derfetên rewşa herêmê tê lidarxistin, ji yekemîn heta 4`emîn mîhrîcanê pêşbirk giştî bû, hemû berhem dihatin qebûlkirin. Lê di 5`emîn de bû çîrok, di 6`emîn de bû roman û 7`emîn jî helbest e.

ANHA