Welatiyan bertek nîşanî PDK′ê dan

Welatiyan gotin, kiryarên PDK′ê yên revandina rojnamevan û siyasetmendaran ziyanê digihîne berjewendiyên neteweyî yên kurdî û got: "PDK′ê li şûna ku dijbertiya Tevgera Rizgariya Kurdistanê bike, bila baregehên MIT′ê ji Başûr derxe."

Welatiyan bertek nîşanî PDK′ê dan
3 mijdar, 2023   09:11
HELEB
MIHEMED EBDO

Hêzên ewlehiyê yên PDK`ê li xwe mikur hatin ku wan rojanemvan û edîtorê ajansa Rojnewsê Silêman Ehmed di 25`ê Cotmehê de revandiye, piştî ku sardana malbata xwe ya li taxa Şêxmeqsûd a Helebê dimîne, vedigeriya Başûr. 

PDK`ê îdia kir ku wê Silêman Ehmed revandiye ji ber ku endamekî PKK`ê ye. Lê Rojnews`ê ev îdia derewand û got endamtiya PKK`ê ya li dijî hêzên faşîst û dagirkeran xwedî têkoşîneke demdirêj e, êdî bûye sûc. Bi vê daxuyaniyê, ajansê, kiryarên PDK`ê li dijî welatiyên ji Rojava şermzar kirin.

`TENÊ BI ROJNAMEVANAN DIKARIN`

Welatiyê bi navê Mihemed Hecî Mistefa yê ji Helebê got: “Li şûna ku wî direvîne, gerek PDK`ê Silêman serbest berde. Ji ber ku Kurd e û mafê wî heye li ser axa Kurdistanê kar bike. Gelek şerm e, endamtiya PKK`ê sûc bê hesibandin. Gelo ji bîr kirin ku PKK`ê li hember êrişên dewleta Tirk û DAIŞ`ê yên li dijî Başûr sekinîn.”

Mistefa bang li PDK`ê kir ku azadiyên fikrî bi taybet ên kurdî û mafên rojnamevanan biparêze û hêjeyî navê demokrasiyê be ku xwe bi partiyeke demokratîk bi nav dike.

Mistefa destnîşan kir ku PDK`ê ji bîr kiriye çiqas baregehên leşkerî yên dewleta Tirk li Başûr hene, çawa endamên AKP`ê bi serbestî digerin û sûcan li dijî gelê Kurd pêk tînin û got: “Çi bi serê wan hatiye, tenê bi rojnamevanan dikarin û direvînin?”

`PDK`Ê DITIRSE ROJNAMEVAN TÊKILIYÊN WÊ BI DAGIRKERAN RE AŞKERA BIKIN`

Welatiyê bi navê Fehmî Hemdî jî got, tawan û kiryarên PDK`ê li dijî rojnamevan Silêman Ehmed kirine û bêdengkirina azadiyê, ji kirinên vê partiyê ne.

Her wiha Hemdî sedemên ji ber PDK`ê Silêman girtiye, red kirin û got: “PKK`ê ji bo bidestxistina hêviyên gelê Kurd û azadiya wî tê dikoşe. Sedem çi dibe bila bibe, lê nabe rojnamevan bên girtin. PDK`ê ditirse ku rojnamevan, têkiliyên wê li gel îstixbarata dewleta Tirk aşkera bikin, ji ber wê rojnamevanan bê deng dike.”

Hemdî di dawiyê de wiha anî ziman: “Li şûna ku Kurdan li ser axa wan direvîne, gereke PDK`ê Kurdistanê ji êrişên derve biparêze. Divê Silêman Ehmed serbest were berdan.”

′SÛCÊ HERÎ MEZIN XIYANET E′

Welatiyê bi navê Hesen Berko yê ji Efrînê xiyanet wekî sûcê herî mezin wesifand û wiha domand: "PDK′ê tevlêbûna nava PKK′ê wekî sûc dibîne, lê sûcê rasteqîn xiyaneta li gel e. PKK′ê Şengal, Mexmûr û Kobanê ji zilma dagirkeran xilas kir, PKK′ê nûnertiya mirovahiyê li cîhanê dike."

Berko anî ziman ku PDK′ê şirîkê dewleta Tirk a dagirker di tevahî planên wê de ye û got: "Xiyanet di xwîna PDK′ê de ye. PDK′ê fermanên dewleta Tirk pêk tîne. Xiyaneta herî dawîn; malbata Barzanî sedsaliya komara Tirkiyeyê pîroz kir."

Hesen Berko bal kişand ku girtina rojnamevan û siyasetmendarên Kurd hewldanek ji bo bêdengkirina gelê Kurd e û ev li gotinên xwe zêde kir: "Rojnamevanên ku ji bo ragihandina dengê xwe kar dikin. Girtina rojnamevan Silêman Ehmed dema ji Rojava vedigeriya bi xwe sûc e. Li Başûrê Kurdistanê bi sedan endamên MÎT′a Tirk hene. PDK′ê li şûna ku endamên MÎT′ê bigire rojnamvanên Kurd digire."

Berko piştgiriya xwe ji bo PKK′ê anî ziman û got: "Ez ji alîgir û dilsozên PKK′ê û ramanên Rêber Apo me. PKK′ê meşaleya jiyanê ye."

Welatiya bi navê Şaziya Îbrahîm bal kişand ser hevalbendiya PDK û dewleta Tirk û got: "PDK′ê û malbata Barzanî xeta xiyanetê dimeşînin û endamtiya PKK′ê wekî sûcekî dibînin. Ma gelo xiyanetê wekî sûc nabîne. PDK′ê ji hevalbendê xwe dewleta Tirk fêrî bûye û rojnamevan û siyasetmendaran digire."

Şaziya destnîşan kir ku kirinên PDK′ê xizmeta dijminê gelê Kurd dike û xwest di demeke nêzî de tevahî rojnamvan û siyasetemdaran serbest berde.

Şaziya di dawiya axaftina xwe de got: "Em PKK′î ne û dilozên wê ne. Bila dijmin û PDK′ê baş bizanibin ku berxwedana gel û têkoşîna rojnamvanan wê bi ser kevin û dê rastiya wan aşkera bibin."

(şx-bb)

ANHA