′Revandina Silêman Ehmed binpêkirina maf, azadiya fikir û ramanê ye′

Parêzerên Hewlêrê li ser revandina rojnamevan û edîtorê ajansa Rojnews′ê Silêman Ehmed ya ji aliyê PDK’ê ve gotin; “Desthilat bi rêya tometavêtina li ser Silêman Ehmed dixwaze çarenûsa wî jî wek ya girtiyên Behdînanê lê bike. Binçavkirina Silêman Ehmed a bêy sedem û bêy biryara dadgehê karekî bi temamî ne yasayî ye. Karekî binpêkirina maf û azadiya fikir û ramanê li Herêma Kurdistanê ye.”

′Revandina Silêman Ehmed binpêkirina maf, azadiya fikir û ramanê ye′
3 mijdar, 2023   09:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Edîtorê beşa Erebî ya ajansa Rojnews′ê Silêman Ehmed roja 1’ê Cotmehê ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li Taxa Şêxmeqsûd a Helebê. Silêman roja 25’ê Cotmehê dema xwest di ser deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin û ev 10 roj in winda ye.

Hefteyek piştî windabûna Silêman Ehmed, asayîşa PDK’ê ya Dihokê bi daxuyaniyek tijî berovajîkirin û nerast gotin ku qaşo revandina rojnamevan Silêman Ehmed ‘ne ji ber karên wî yên rojnamevanî ye’ û bi eşkere gefa cezakirinê li rojnamevan Silêman kirin û îtiraf kirin ku wê revandiye.

Der barê revandin û tometên nerast ên asayîşa PDK’ê ya li ser Silêman Ehmed de, parêzerên Hewlêrê ji ajansa Rojnews′ê re axivîn.

Parêzer Karzan Reşîd diyarkir ku desthilat dixwaze bi nîşandana hinek tometên nerast Silêman Ehmed jî wek girtiyên Behdînanê bixe girtîgehê û got: “Silêman Ehmed bi awayek ne yasayî bêy sedem hatiye binçavkrin û tomet xistine li ser. Tişta li beramberî Silêman Ehmed hatî kirin, binpêkirina yasayê ye.”

Parêzer Karzan da zanîn ku desthilat bi awayek plankirî kar ji bo girtina rojnamevanan dike û got; “Desthilat dixwaze tometan bixe li ser rojnamevanan û dosya wan bi karên siyasî ve girê bide. Di dema vê kabîneya hikûmetê de rojnamevan rûbirûyê gelek binpêkirinan tên.”

Parêzer Umêd Palanî ji li ser mijarê da zanîn ku revandina Silêman Ehmed bi hemû aliyên xwe ve karek ne yasayiye. Parêzer Umêd got: “Nabe bêy biryara dadgehê rojnamevan werin revandin yan jî binçavkirin. Her wiha li gor yasayê jî nabe rojnamevan werin binçavkirin. Ev tişta hatî kirin li Herêma Kurdistanê binpêkirineke li beramberî mafên mirov û azadiya fikir û ramanê ye.”

Di dewamê de Umêd Palanî destnîşankir ku li gor yasayê nabe bi ti rengekî rojnamevan wisan werin binçavkirin, lê desthilat bêy biryara dadgehê rojnamevanan binçav dike. Palanî got, ev yek tengkirina azadiya fikir û ramanê ye.